Komeleya Jinan a Rosa: Em ji bo civakek bê şîdet têdikoşin

  • 09:06 28 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Şehriban Aslan 
 
AMED - Komeleya Jinan a Rosa ji 2018’an heta tevî zextan xebatên xwe dimeşîne û ji bo jinan dibe navnîşana çareseriyê. Em dikarin bêjin ku komeleya Jinan a Rosa piştî girtina saziyên jinan ji bo hemû jinan bûye hêvî.
 
Di salên 2016 û 2019’an de bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP û HDP’ê hemû saziyên jinan hatin girtin. Stargeh, komele û navendên şêwirmendiya jinan hatin girtin û hîbeyê qadên dewletê hatin kirin.
 
Ligel van geşedanan, li Amedê di 2018’an de Komeleya Jinan a Rosa hat avakirin. Çawa komele ava bû daket kolanan û broşur belav kirin û ji bo pisgirêkên jinan çareserî fairandin. Dewletê bi dehan carî li endamên komeleyê lêpirsîn vekirin û binçavkirin, girtin. Komeleyê tevî hemû hewldanên îlegalîzeirinê û zextan xebatên xwe bê navber da meşandin.
 
 Seroka komeleyê Suzan Îşbîlen der barê xebatên komeleyê û zor û zehmetiyên jiyane de axivî.
 
‘Ji bo jinan bû hêvî’
 
Suzan Îşbîlen da zanîn ku beriya komeleyê qeyûm tayînê şaredariyan hatiye kirin û piştî vê hemû komele haitne girtin. Suzan Îşbîlen wiha vegot: “Saziyek ku jin serî lê bidin nemabû. Hevalên damzerînerên Rosayê ji demên berê xwe tecrube bû. Hevalên di saziyên jinan yên şredariyê de xebitîn bûn. Ji ber vê hewce bi avakirina komeleyekê dîtin. Bi vî awayî Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Komeleya Rosa bi rastî ji bo jinan bû hêvî.”
 
‘Tevî hemû zextan dest ji piştevaniyê bernedin’
 
Suzan Îşbîlen diyar kir ku desthilatdariyê ji bo Rosayê bigirin polîtîkayên dijminê jinê meşandin û li her kesên di Rosayê de xebat dimeşandin lêpirsîn vekirine. Suzan Îşbîlen wiha vegot: “Operasyonên girtin û binçavkirinê li hember endamên komeleyê hat meşandin. Lê tevî hemû zextan xebat hatin meşandin. Tevî polîtîkayên zextan tu carê dest ji piştevaniya bi jinan re bernedan. Bi helwestek bi biryar bawerî dan jinan. Komele 6 sale têkoşîna xwe dimeşîne.”
 
‘Bi veşarî belavok digirtin’
 
Suzan Îşbîlen diyar kir ku jinên tundî didîtin ev rewş ji kesî re nikaribûn bigotana û got: “Jinan ev rewş bi kesên ku pê bawer dikirin re parve dikirin. Cesareta wan tunebû ji kesî re tundiyê vebêjin. Me bi belavokan damezrandina Komeleya Rosa îlan kir. Em derî bi derî digeriyan û me sazî vedigot. Jinan bi bêdengî ev belavok digirtin. Me fêm kir ku cihekî ku jin serî lê bidin tuneye. Ev wek hêvî didîtin û belavok vedişartin.”
 
‘Tundiya psîkolojîk wek tundî nedidîtin’
 
Suzan Îşbîlen wiha dirêjî dayê: “Tiştek ku mirovan xemgîn dike hebû. Jinan tundiya psîkolojîk wek tundî nedîtin. Me bandora tundiya psîkolojîk ji jinan re vedigot. Piştî me vedigot jinan tundî ferq dikirin. Mînak di tundiya aborî de jin wisa difikirin; ez naxebitim, pereyê min tuneye, ez bi pereyê ku mêr dide min sînor dimînim. Divê nêrînek wisa jî tunebe. Jin her karî dikin. Nizane ku pereyê tê qezenckirin divê bi hev re xerc bikin.”
 
‘Hewldan Rosayê îlegalîze bikin’
 
Suzan Îşbîlen wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Di operasyonek li hember Rosayê de hemû saymanên me wek mêr hatin darizandin. Di dozê de yek jineke bi pere re eleqeder bibe tunebû. Hemû mêr bûn. Ev jî  encama nêzîkatiya zîhniyeta serdest ya mêr bû. Hedefa me ev e ku civakeke bê tundî bê afirandin. Armanca me mekanîzmaya ku tundiyê dide rawestandin bê afirandin. Wek Rosa stargeha me tuneye. Derfetên me yê em piştgiriya hiqûqî an jî psîkolojîk bidin jiyana tune. Me çawa derfet didît; Dema qeyûman de hemû mekanîzma hatin girtin. Tenê stargehek jinan li Amedê hebû. Jina biçûna stargehê cara din nedixwest biçe. Ji ber zîhniyeta ku stargeh bi rêve dibin ji ya malê cudatir nîn bû. Şaredariyên me niha ji nûve stargeh û yekîneyên têkoşînê ava kirin. Êdî jinên serî li me didin em bi rehetî berê wan didin wir.”