Dayikên Aştiyê dest bi nobedê dikin

  • 14:24 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê, berrî nobeda ku wê dest pê bikin û wê 3 rojan bidome daxuyaniyê didin.
 
Dayikên Aştiyê wê li ber avahiya Rêxistina Bajaroka Tilqebîn a DEM Partiyê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi dirûşma "Ji şer re na aştî hema niha" dest bi çalakiya nobedê bikin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera Êlîhê Zeynep Oduncu, Parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, rêxistinên bajar û navçeyên Şirnexê yên DEM Partî û DBP'ê û bi sedan kes wê beşdarî çalakiya nobedê binin. 
 
Beriya nobeda ku wê bê destpêkirin daxuyanî tê dayîn. 
 
Agahiyên berfireh tên...