Li Ewropayê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakî hatin lidarxistin

  • 08:16 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Duisburg û Dortmund ên Elmanyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. Li bajarê Kophenag ê Danîmarkayê jî panel hat lidarxistin.
 
Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn. Stand li gara navendî ya trenê hat danîn. Stand bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.
 
Gelê Kurd û gelê Elman eleqeyek mezin nîşanî standê dan. Di standê de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin danîn û danezên agahdarkirinê jî cihê xwe girtin. Di çalakiya standê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya ji aliyê KOM-MED’ê ve hatibû amadekirin, hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin bi ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Dortmund
 
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin û tecrîda mutlaq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat protestokirin.
 
Kophenag
 
Li paytexta Danîmarka Kophenagê jî, bi armanca ragihana ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji raya giştî re panelek bi sernavên ekolojî û jineolojiyê hate lidarxistin. Panel ji aliyê endamên Platforma Piştevaniya Kurdistanê ve hat lidarxistin. Di panelê de bal kişandin bi ser tecrîdê û beşên xebatên Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.