Ji HADEP’ê heta HDP’ê rêveberiyên herêmî

  • 09:34 13 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Suzan Îşbîlen ya HDP’yî destkeftiyên rêveberiyên herêmî yên ji HADEP’ê heta HDP’ê vegot: “Di 1999’an de AKP tunebû lê wê demê li ser me zext zêde bûn. Îro jî zextên AKP’ê hene. Ji wê rojê heta niha ger tiştek hatibe guherîn ev jî bi bawerî û têkoşîna me bû.
 
Rêvebera HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen xebatên hilbijartinê û girîngiya pergala hevserokatiyê nirxand. Suzanê got bi gel re lez dane xebatên xwe û wiha got: “HDP 4 mehe dest bi xebatan kiriye. Em ji bo hilbijartinan amade ne. Qeyûm di xebatên herêmî de bi ser neketiye. Me şaredariyên HDP’ê ger ku kêmasiyên hebin jî xizmet da gel. Daxwazên gel ji bo me girîngin. Me bi HADEP’ê re bi 34 şaredariyan dest pê kir û ev 20 sale embi îdiaya şaredariyên gel xwe rêxistin dikin. Wê demê jî şert zehmet bûn. Îro jî zehmetin. Ji wê demê heta niha tişta guherî be jî bawerî û têkoşîna me ye. Di 1999’an de AKP tunebû lê dîsa zextên mezin hebûn. Îro jî AKP û zextên wê hene.”
 
‘Yekane derdê wan statuya Kurdan e’
 
Suzanê bi lêv kir ku êrîş û zext di bin navê têkoşîna bi terorê de tên kirin lê tiştên tên jiyîn ji derveyê vê rewşê ne û wiha pê de çû: “Derdê wan statuya kurdan bû. Ji bo kurd nebin xwedî statu êrîşî ziman û çanda kurdan kirin. Yekane armanca wan her tim kurd di asta herî jêr de bimînin bû. Dema ku kurd pêşve diçin e ditirsin. Wek berê em dîsa xebatên xwe dimeşînin. Em ê xebatên xwe yên şaredariyan ku nîvco mane temam bikin.”
 
Suzanê balkişand ser pergala hevserokatiyê jî û bi lêv kir ku ew di pergala hevserokatiyê de nûneriya wekhev girîng dibînin û kotayên xwe jî li gorî vê pêk anîne.