‘Ez dixwazim hêjayê navê Bêrîvanê bim’

  • 09:23 13 Çile 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Bêrîvan Kutlu ya ji HDP’ê bû namzeta hevdşaredariya Cizîrê wiha got: “Ji bo xizmeta herî baş bidim gelê berxwedêr yê Cizîrê bûm namzet. Ez dixwazim bi navê jina azad siyasetê bimeşînim û hêjayê navê Bêrîvanê bim.
 
Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig ji HDP’ê bûn namzetên hevşaredariya Cizîra Şirnexê. Berîvan Kutlu ku di rojên borî de navê wan diyar bûn, di dema borî de hevşaredariya bajaroka Dêrgulê bû. Piştî qeyûm hat tayînkirin, di bin sîwana HDP’ê de xebatên xwe berdewam kir û di vê pêvajoyê de wek endama PM’a HDP’ê xebat meşand.
 
Bi salan di xebatên jinan de cih girt
 
Berîvan di 1985’an de li gundê Navyana Şêxan a Şirnexê hat dinê û di 14 saliya xwe de siyaset nas kir. Ji 14 saliya xwe heta niha xebatên jinan meşand û di malbatek welatparêz de mezin bû. Berîvanê wiha got: “Piştî naskirina partiyê min di xebatan de cih girt. Min xebatên jin, ciwan û partiyê meşad. Beriya vê jî hevşaredara Dêrgulê bûm. Piştî qeyûm ez bûm endamê PM’a HDP’ê. Min xebatên meclîsa jinan meşand. Ez di vê pêvajoyê de sê caran hatim girtin. Lê ceza nehat birîn. Gelek caran hatim binçavkirin û girtin.”
 
‘Dixwazim daxwazên jinan bikim jiyanê’
 
Berîvanê bi lêv kir ku ji bo xizmeta herî baş ji gelê berxwedêr yê Cizîrê re bike bûye namzet û got tevî evqas zor û zehmetiyên jiyaye dîsa jî xwe nedaye alî û bi hêza jinê hemû astengî ji pêş xwe rakirine. Berîvanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo Cizîr û jinên Cizîrê gelek projeyên wê hene û got ew dixwaze bi navê jina azad siyasetê bimeşîne, hêjayî navê Berîvanê be.