Li Muglayê yekem namzeta jin

  • 09:16 11 Çile 2019
  • Ramyarî
MUGLA - Zerrîn Yilmaz a li navenda Muglayê yekem namzeta jin a keyatiyê ye diyar kir ku keyatiya ku wek karê mêran tê dîtin, mêr zêde bi ser nakevin û got: “Mora xwe digirin û nîvê rojê dixebitin. Ez namzeta keyatiyê ya seranserê rojê me.”
 
Yekane namzeta keyatiyê ya Muglayê a jin Zerrîn Yilmaz e. Zerrîn li Taxa Karamehmet bû namzet û diyar kir ku bi salane mêran mor kirine bêrîka xwe û nîv rojê dixebitin. Zerrînê got wê nîşan bide ku jin çawa keyatiyê dikin.
 
Zerrîn ya piştî dizewice demekê naxebite, ewil piştgirî da karê hevjînê xwe û piştre jî ji xwe re butîk vekir. Zerrînê piştî butîkê li cihê kargeriya hevjînê xwe ya li sanayiya parçeyên wesayîtan dixebitî dest bi kar kir û got: "Ez her tim di wê baweriyê de me ku jin dikarin di karên ku mêr dikin de bixebitin. Keyatî jî wek karê mêran tê dîtin. Lê keya ji bo pirsgirêkên jinan nabin bersiv. Ez dixwazim xizmetê bidim jinan jî mêran jî."
 
Zerrînê bi lêv kir ku ew yekem namzeta jina keyatiyê ya Muglayê ye û got her karê ku jin di nav de ye cuda ye û got: “Gelek pirsgirêkên taxê hene. Bazara taxê tune ye. Qadên çandî û civakî qels in. Ocaxa tenduristiyê tune ye. Binesazî ne baş e. Jinê dixebitin nêzî mala xwe kreşan dixwazin. Di ekîba min de 4 jin û 4 mêrên aza hene. Em her roj mal bi mal digerin. Bertek erênî ne.”