Ji HDP'ê li Stenbol û Amdê mîtîngên 'Demokrasî, azadî û edaletê'

  • 12:34 9 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Komîteya Amadekar a mîtînga HDP'ê ku ji bo balkişandina ser Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecîrîdê da destpêkirin wê di 19'ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin beriya mîtîngê wê civîna çapemeniyê li dar bixwe. Herwiha di 11'ê Çileyê de jî wê li herêmê li 100 navendî di heman çarçoveyê de ciîvnên gel bên lidarxistin.
 
Çalakiya Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guen li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan û binpêkirina mafan a li Girtîgehan ku dabû destpêkirin di roja 63'emîn de berdewam dike. Çalakiya Leyla a bêdem û bê dorveger ku da destpêkirin li girtîgehan ji aliyê girtiyên din ve jî bi awayê bê dem û bê dorveger berdewma dike û belav dibe.
 
Wê komîteya amadekar daxuyaniyê bide
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku balê bikişîne ser çalakiya Leyla a Greva birçîbûnê di 19'ê Çileyê de li Stenbol û Amedê wê bi sernavê "Demorasî Azadî û Edalet" mîtîngan li dar bixe. Ji bo mîtînga ku wê li Amedê bê lidarxistin  Komteya Amadekar a Mîtîngê, bi tevlibûn hevparên li bajêr sibe saet di 10.00'an de  li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe.
 
Civînên gel tên lidarxistin
 
HDP her wiha ji bo balkişandina ser tecîrîda li Îmraliyê û gerevên birçîbûnê li girtîgehan  di serî de li Amed û navçeyên wê wê li 10 navendên cuda civînên gel li dar bixwe.