Tifaq wê bibe mertalê parastina Kurdan

  • 09:06 9 Çile 2019
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinan bal kişandin ser girîngiya tifaqa hilbijartinê ya di navbera partiyên Kurd de hatiye avakirin û wiha got: “Ev tabloyek ku bi salane dihat payîn bû. Ev tifaq li dijî êrîşan wê bibe mertalê parastina jinan.”
 
Di encama xebatên ku HDP’ê meşand de Tevgera Azadî, DBP, Komeleya Kurd a Demokratîk û Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Platforma Demokratîk a Kurd (PDK) û Partiya Demokratîk a Kurdistan Tirkiye (PDK-T) tifaq pêk anî û pêngava vê duh li Amedê hat avêtin. Partiyên mijara gotinê ne wê di 31’ê Adarê de di bin sîwana HDP’ê de bikevin hilbijartinan.
 
Cevahîr Sadak Duzgun a xebatkara çand û hunerê ye diyar kir ku gelê Kurd bi salane bi êrîşên mezin rû bi rû dimînin û got tifaqa hatiye avakirin wê bibe mertala parastinê ya Kurdan û wiha got: “Em ji ber tifaqê gelek kêfxweş in. Wateya wê mezin e. Em hêvî dikin ku xera nebe û zêdetir mezin bibe. Li dijî êrîşan li çar parçeyên Kurdistanê divê em bibin yek û destûrê nedin êrîşan.”
 
‘Hewcedariya Kurdan bi tifaqê hebû’
 
Cevahîrê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Kurd neçar mane li erdnîgariyên cuda bijîn û ji ber vê jî tifaqa Kurdan ji bo Kurdan hêzek mezin e û got hewcedariya Kurdan bi tifaqek wisa hebû.
 
Xebatkara KURDÎ-DER’ê a ku hat girtin, Hamre Yakut Bakir jî daxuyakirin ku tifaqa Kurdan bi salan bû dihat payîn û got: “Bi salan bû gel li bende tifaq û yekîtiyek wisa bû. Em gelê Kurd li dijî faşîzmê berxwe didin. Ev tabloyek pîroz e. Em bi hêvî ne ku tifaqa me bibe wesîleya geşedanên girîng. Ev ji bo me gelek girîng e.”