Gel her tiştî dizane: Ji hesabpirsînê re demek kêm ma

  • 09:04 8 Çile 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê ku ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê dest bi xebatan kirin, diyar kirin ku wê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û wiha gotin: “Peywira me ya esas niha dest pê dike. Ji roja qeyûm hatine tayînkirin navê şaredariyan li herêmê tune ye. Gel her tiştî dizane. Hesabpirsîna vê jî hindik maye.”
 
Jinên Şirnexê ya ku hemû şaredariyên wê qeyûm lê hatin bicihkirin, dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Jinên ji xebatan re pêşengî kirin diyar kirin ku ew bi biryarên ku hemû şaredariyên xwe bigirin. Jinan da zanîn ku ji bilî firotina malên şaredariyê û xerakirina riyan tu tişt nehatiye kirin û got wê bi tilîliyan bikevin şaredariyên xwe.
 
Jina bi navê Muzeyyen Înan diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de di xebatên hilbijartinê de cih bigire û wiha got: “Jin wê bi hêz û îradeya xwe vê hilbijartinê bi dest bixin. Serkeftin wê ya jinên berxwedêr be. Gel ji xwe qeyûman naxwazin. Ji wan ne razî ne û wê di hilbijartinan de vê nîşan bide. Li Hezex, Cizîr û Sîlopiyayê niha kolenek saxlem tune ye. Hemû xerabe ne. Li kolanan tu tiştekî nû nehat kirin. Li Sîlopiyayê lambeyên trafîkê jî tune ye.”
 
‘Ji hesabpirsînê re demek nêz ma’
 
Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew nikarin bikevin şaredariyên ku dora wan hatiye dorpêçkirin û got: “Em ji bo giliyên xwe nizanin serî li ku bidin. Divê ev bi dawî bibe. Pereyê gel diçe ji qeyûman re. Tiştekî ji gel re nakin û pereyê gel dixwin. Gel her tiştî dizane. Gel wê hesabê vê yekê bipirse.”
 
‘Ev 3 sal e tu xebat tune ye’
 
Fadîle Malgaz jî bi lêv kir ku wê bi serbilindî di hilbijartinan de bi ser bikevin û wiha got: “Em ê qeyûman bişînin. Em ser bilind in û riya me diyar e. Em ê heta dawî li pey ciwan û zarokên xwe biçin. Ev 3 sal in qeyûm tu xebat nemeşandiye. Kolanan xera dikin. Hemû kolanên me di nav axê de ne. Yên li dijî vê serî hil didin jî tên girtin. Em ê kolan bi kolan bigerin û di hilbijartinan de bi ser bikevin.”