Selma Gurkan:Heta li navendê zext hebin li herêman demokrasî ne pêkan e

  • 09:15 7 Çile 2019
  • Ramyarî
ENQERE- Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku ew wê li dijî nêzîkatiya YSK’ê ku EMEP di nav partiyên dikevin hilbijartinê de nîşan nedaye îtîraz bikin û wiha got: “Di hilbijartinan de divê bi feraseta şaredariya gel re hevkarî pêk bê. Em difikirin ku hêzên demokrasiyê bi platforma hevpar û bi namzetê hevpar yê platformê biçin hilbijartinan. Em li ser vî esasî xebatên xwe dimeşînin.”
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxuyand ku wê 13 partî bikevin hilbijartinê û Partiya KED’ê (EMEP) û Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) yên serlêdan kiribûn di lîsteyê de cih negirtin. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û biryar û hilbijartinên herêmî nirxand.
 
‘Heta li navendê zext hebin wê li herêman demokrasî jî tunebe’
 
Selmayê bi lêv kir ku biryar kêfî û dijhiqûqî yê ye û wiha got: “Li dijî astengiyên wan derxistin pêş me me bi zor û zehmetî li 41 bajarî teşkîlata xwe temam kir lê em nikarin bikevin hilbijartinê. Sedema vê jî ev e ku li 3 navçeyan qeymeqamtiyan belge neşandina Dadgeriyê. Bêguman xweserîbûna rêveberiyên herêmî hene lê nikare ji siyaset û îdara navendî cuda bê nirxandin. Heta ku li navendan desthilatdariyek siyasî ya zextxwir û otorîter hebe demokrasî wê pêk neyê.”
 
‘Namzetê hevpar girînge’
 
Selmayê destnîşan kir ku ji ber vê gelek girînge ku hêzên demokrasî û kedê di feraseta şaredariya gel a demokratîk de bibin yek û bi namzetê hevpar biçin hilbijartinan. Selmayê anî ziman ku bi vê yekitiyê wê derfetên têkoşîna li dijî qedexe, zextan û barên krîzê jî biafirin.
 
‘Feraseta desthilatdariyê ya şardartiyê xwe dispêre rantê’
 
Selmayê daxuyakirin ku feraseta şaredartiyê ya desthilatdariyê xwe dispêre rant, talan û muteahidiyê, diziya îhaleyê û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî hewl dide çu çi dibe bila bibe wê hilbijartinan bidest bixe. Ji bo vê jî sînyala ku wê tu car dest ji nelêrêtiyê bernede da. HDP wê li bajarên Kurdan şaredariyan ji qeyûman bigire û destkeftiyên xwe zêdetir bike.