Derbarê Meral Daniş Beştaş de fezlekeyek din

  • 09:13 7 Çile 2019
  • Ramyarî
WAN - Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de ji ber axaftina wê ya di mîtînga Newroza Wanê ya 2018’an de bi daxwaza destnedana wê rabe fezleke hat amadekirin.
 
Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de ji ber axaftina wê ya di Newroza Wanê ya 2018'an de fezleke hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdiaya Meralê ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ daxwaz kir ku destnedana wê rabe.
 
Derbarê axaftina Meralê ya ku li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û operasyona li hemberî Efrînê de kiribû de fezleke hat amadekirin û hat xwestin ku destnedana wê bê rakirin. Fezleke ji bo pêşkêşî TBMM’ê bê kirin şandin Wezareta Dadê.
 
Berê jî fezleke hatibûn amadekirin
 
Derbarê Meralê de dema berê jî dema parlamentera Edeneyê bû ji ber wêneyên parlamenterên girtî parve kiribû bi îdiaya propagandaya rêxistinê kiriye fezleke hat amadekirin.
 
3 mehan girtî ma
 
Meralê di 30’ê Çileyê 2017’an de li Amedê hat binçavkirin û hat girtin. Meral a 3 mehan di girtîgehê ma di Nîsanê de hat berdan. Derbarê Meralê de di îdianameya hat amadekirin de 3 sûcên cuda heta 23 salan ceza hat xwestin.