HDP'ê bertek nîşanî erdên ku qayyum daye ber firotinê da

  • 13:46 5 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, bertek nîşanî Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, 14 erseyên li Zanîngeha Dîcleyê yên mulkiyeta wan aîdî şaredariyê ne, bi berdêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kir, da û got: “Em destûr nadin ranta parçekirina amedê.” 
 
Qeyûm Abdullah Çîftçî yê tayînî Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê hat kirin, 14 erseyên li Zanîngeha Dîcleyê yên mulkiyeta wan aîdî şaredariyê ne, berpêşî îhaleyê kir. Qeyûm beriya hilbijartina herêmî neguhêzbarên şaredariyê difiroşe û 14 erseyên navborî jî bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kir. Pîştî Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Platforma Parastina Sûrê, ji bo firotina 14 erseyên aîdî Şaredariya Sûrê ku qeyûm ji bo firotinê ew berpêşî îhaleyê kiribûn, serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê da, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, Remziye Sosûn, Semra Guzel û rêveberên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
  
Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn di civînê de axivî û bal kişand ser nelirêtiyên qeyûmên desthilatedariyê yên tayînê şaredariyên DBP’ê kirin. Remziye, diyar kir ku qeyûm hêza xwe ji desthilatdariyê digirin û wiha got: “Li Amedê nêzî 2 heftane qeyûm pankartên ‘Ji Şaredariya Sûrê erseyên firotinê’ bi cadeyan ve kirine. Vê yekê carek din dan nîşandan ku hişmendiya talanker çiqas belav bûye. Berî hilbijartina herêmî dixwazin hemû mal û milkên şaredariyan bifiroşin. Ez teqez nayê qebûl kirin. Qeyûm êdî sinorên xwe derbas dikin û li Sûrê dixwazin 14 erseyên aîdî şaredariyê ne bifiroşin. Ev li dijî exlaqê ye û her ku diçe alîgirin qeyûmên desthilatdariyê dixwazin Sûrê talan bikin.”
  
Remziye, anî ziman ku bi firotina erseyen Sûrê dixwazin nasnameya dîrokî ya Sûrê tune bikin û wiha bilêv kir: “Li bajêr qedîm Sûrê, ev demek dirêje qedexeyek bêexlaqî, bêhiqûqî, ne siyasî û ne mirovahiyê  berdewam dike. Weke ku li civakê hatibe girtin, gelê Sûrê neçarî koçberiyê dikin. Dibin navê veguhestina bajarvaniyê de, hafize, dîrok û civaknasiya Sûrê winda dikin. Dixwazin Sûrê bê rih bikin. Niha jî vî bajarê dîrokî pêşkêşî alîgirên xwe dikin.”
 
Remziye, da zanîn ku li şaredariyên bajarên din ên qeyûm tayînê wan hatin kirin jî, heman rewş tê jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê û li dijî hişmendiya dagirker em bang li gelê xwe dikin ku di 31’ê Adarê mil bidin milê hev û qeyûman ji bajarên xwe derbixin. Em destûr nedin ku mal û milkên şaredariyên me bifiroşin.”