Semra Guzel: Destkeftiyên Kurdan her kesî ditirsîne

  • 09:11 5 Çile 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Semra Guzel a HDP’î vekişîna DYA’yê ya Rojhilatê Firatê û gotinên operasyonê yên AKP’ê nirxand û wiha got: “Destkeftiyên Kurdan her kesî ditirsîne. Mesayiya Tirkiyeyê ya ji bo Rûsyayê dest pê kiriye. DYA bixwaze jî hema nikare ji wir derkeve. Niha nezelaliyek heye. Faktora Îranê jî girîng e. Hevdîtina tirkiye û DYA’yê hinek tiştan ew ê zelal bike.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel pêvajoya piştî biryara vekişînê ya DYA’yê ya ji Sûriyeyê nirxand. Semrayê wiha got: “Li Tirkiyeyê atmosfera siyasî rewşên cuda derdixe holê. Encamên derdikevin jî gelek tiştî dide fêrkirin. Dema mirov li pêvajoya siyasî dinêrin tevî aloziyê li Kurdistanê zelaliyek heye. Tê xwestin ku Kurdan bi siyasetek aloz re bînin rû hev. AKP polîtîkayek kûr dimeşîne.”
 
Semrayê destnîşan kir ku di 16 salên dawî de di vê çarçoveyê de bê destgirtin şikestin zelaltir tên dîtin. Semrayê wiha got: “AKP ji mîsyonek narsîst derdikeve rê û behsa vejîna ji nû ve dike. Ev vejîn jî li ser înkarkirina gelan, dijminahiya jinê, aboriya hewcedar û şer ava dike. Zîhniyetek tê avakirin û ji bo vê jî hewcdarî bi krîzan dibînin. Li ser krîzan jî tirsê diafirînin.”
 
‘Navê taritiya afirandine faşîzm e’
 
Semrayê her wiha daxuyakirin ku ev krîz jî dibin sedema çewisandina daxwazên civakî û wiha pê de çû: “Navê taritiya ku dertê holê jî faşîzm e. AKP dizane ku dema bisekine wê bikeve. Ji ber vê jî bê navber êrîş dike. Dizane ku bi hemû kanalên ku mêtînger dike wê têk biçe. Ji ber vê jî her tim dişkîne û wêran dike. Wisa neke dizane ku wê biqede.”
 
‘Dijminahiyek mezin li hember Kurdan heye’
 
Semrayê her wiha destnîşan kir ku di seranserê dîrokê de di kaosên hatine jiyîn de dewletê ewil berê xwe daye Kurdan û li hemberî Kurdan dijminahiyek tûnd heye. Semrayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Dewlet bi dagirkirin û gotinên tolgirtinê daxwazên emperyalîst tînin ziman û em dikarin mînaka herî baş a Afrîkayê bidin. Tirkiyeyê dest bi mesayiya Rûsyayê kiriye. Di nokteya êrîşan de hewl tê dayîn Rûsya bê îqnakirin. Sewqiyata sînor didome. Rêveberiya Rojava got ew ji bo hewldanan vekirine. DYA bixwaze jî nikare ji wir hema derkeve. Niha nezelaliyek heye. Faktora Îranê jî girîng e. Bi DYA’yê re hefteya ewil a Çile de hevdîtin wê bê kirin. Wê hinek tişt zelal bibin.”