‘Li dijî xespkirina îradeyê wê gel şaredariya qezenç bike’

  • 09:05 31 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Fîlîz Buluttekîn a HDP’î diyar kir ku li dijî xespkirina îradeyê, qerekolan, kalekolan û zextan, wê şaredariyên gel qezenç bikin, wê gel bi ser bikeve û got ew ji bo hilbijartinê amade ne.
 
Ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an hemû partiyan dest bi aşkerakirina namzetên xwe kir û li Amedê jî ji sedî 45’ê namzetan ji jinan pêk tên. Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku wê 94 şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine bicihkirin şûnde bigirin û got wê gelê Kurd dersa qeyûman bidê.
 
Fîlîzê di berdewamiyê de daxuyakirin ku serlêdana namzetan ji 18’ê Kanûnê şûnde bi dawî bûye û wiha got: “Nêzî hezar kesî serlêdan kir. Nîvê serlêdanan ji jinan pêk tê. Em partiyek ku pergala fermuarê pêk tîne ne. Em nûneriya wekhev diparêzin. Em ê tiştên nû li pergala hevserokatiyê zêde bikin û bi awayekî xurtir bi ser bikevin.”
 
‘Tehdîdan encam negirt’
 
Fîlîzê gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Kesên têkiliya wan bi terorê hebe wê qeyûm biçe şûna wan’ bibîr xist û bi lêv kir ku tevî vê polîtîkaya tirsê, serlêdan pir zêde bûn. Fîlîzê wiha got: “Tehdîd wê encamê negiri. Wê bi tehdîdan bi gel şûnde gavê nedin avêtin. Vî gelî pir êş kişand. Agir ket mala kesan. Tevî vê bersiva herî tund di sindoqan de dan AKP’ê.”
 
‘Em partiya gel in’
 
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi avakirina komîsyonan dest bi xebatên hilbijartinê kirine û got ew bawer in ku wê di hilbijartinê de serkeftinek mezin bidest bixin û wiha got: “Em ê mal bi mal kolan bi kolan bigerin. Şaredariyê me veguhertin qerekolan. Gel dizane em natirsin. Em partiya gel in. Em ê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bi dest bixin.”