Salek jinan: Li dijî polîtîkayên dewletê her tim berxwedan

  • 09:33 30 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE- Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê femînîst Gulsen Ulker destnîşan kir ku di sala borî de li hemberî destkeftiyên jinan êrîşên pir cidî pêk hatine û wiha got: “Tevî hemû êrîşên dijwar jinan bi her awayî têkoşîn dan. Piştî darbeya 1980'yî me dîsa jin li ber girtîgehan dîtin. Mîtîngên ewil yên girseyî jinan pêk anîn. Jin di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de li kolanan bûn. Ji ber ku êrîşî mafê jiyanê yê jinan tê kirin.”
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulsen Ulker di warê jinan de nirxandina salekê kir. Gulsenê bal kişand ser êrîşan û da zanîn ku gelek sererastkirinên di qanûnan de bi têkoşînê çewisandine.
 
Gulsenê ev tişt anî ziman: “Bi taybet guherînên di qanûna 6284’an de hatin pêşniyarkirin, daxwaza ‘bila jin şîdetê bibînin lê bila malbat xera nebin’ nîşan daye. Pêşniyarên ji bo sererastkirina nefeqeyê jî daxwaza ‘madem malbat xera dibe, bila jiyana jinan bibe cehnem’ nîşan dide. Yanî bi awayekî fîîlî gotina ‘em bi wekheviya jin û mêr bawer nakin’ xistin jiyanê. Van israran encamên giran derxistin holê.”
 
‘Bê sînor êrîş dikin’
 
Gulsenê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku van pêkanînan cesaret dane mêr û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê dixwazin mêr bibin modelek wan ya biçûk. Ji ber vê jî ceza nadin mêran. Cezayên wan dadixin. Van gotinan li kolanan û meclîsan berdewam kir. Ev feraset di qada siyasetê de jî xwe dan der. Êrîşa li hemberî siyasetmedarên jin yên HDP’ê jî ev nîşan da.”
 
Gulsenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zextên li ser jinan û têkoşîna ku jinan li hemberî vê meşandiye û da zanîn ku tevî hemû zext û êrîşan jinan qada têkoşînê terk nekirine, serî hildane. Gulsenê balkişand ser hilbijartinên herêmî yên nêz dibin û got ligel hev cih girtin û avakirina gotina hevpar di vê hilbijartinê de pir girîng e.