‘Li Tirkiyeyê Wezaretek Jinan şert e’

  • 09:29 30 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
WAN - Rêvebera HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun diyar kir ku piştî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Jinan wek Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Xebatê hatiye guhertin, li Tirkiyeyê li dijî jinan bêtehemuliyek mezin heye û got Wezaretek Jinan wê ji bo gelek pirsgirêk û newekheviyan bibe çareserî.
 
Rêvebera HDP’a Wanê Handan Karakoyun der barê israra wan ya di Wezareta Jinê de axivî û diyar kir ku nêzîkatiya deshtilatdariya heyî ya li hemberî pirsgirêkên jinan li holê ye. Handanê destnîşan kir ku hewl tê dayîn jin mehkûmê qadekê bên kirin û got: “Di 25’ê Mijdarê de bêtehemulî dîsa hat dîtin. Li hemû bajaran meş hatin qedexekirin. Xwestin pêşiya jinê bigirin.”
 
Handanê bi lêv kir ku desthilatdarî gotinên ku jinan hedef digire tîne ziman û Wezîrê KarêN Hundir Suleyman Soylu jinên HDP’ê tehdîd kir û her wiha serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya 25’ê Mijdarê de gotinên zayendperest anî ziman. Handanê daxuyakirin ku tevî her tiştî jinan têkoşîna xwe daye û alternatîfên xwe ava kirine.
 
Handanê daneyên der barê qetilkirina jinan de jî bi bîr xistin û got mafên herî sereke yên jiyanê yê jinan jî nayên parastin. Handanê her wiha da zanîn ku avakirina Wezareteke Jinan wê ji bo gelek pirsgirêkan bibe çarserî û wê pirsgirêk bi muxataban bê çareserkirin. Handanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ji bo avabûna Wezaretek jinê di israra xwe de berdewam bikin.