‘Malên gund ji bo razemeniya hilbijartinê tên bikaranîn’

  • 09:07 29 Kanûn 2018
  • Ramyarî
WAN - Hevşaredara Payîzava ya Wanê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê bû, diyar kir ku Mala Çandê ya Gund ku salek bû girtîbû ji aliyê qeyûm ve wek razemeniya hilbijartinê hatiye vekirin û wiha got: “Hemû xebatên me sûc hatin hesibandin, xebatên me niha wek alavên reklamê tên bikaranîn. Lê gel polîtîkayên xespê pir baş dizane.”
 
Li navçeya Payîzava ya Wanê di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz ji sedî 55 deng girtin û hatin hilbijartin. Di 3’ê Sibata 2017’an de qeymeqam Osman Dogramaci tayînî şûna wan hat kirin. Piştî qeyûm projeyên dema şaredariya DBP’ê hatin betalkirin û sazî hatin girtin. Mala Çandê ya Gund ku di dema şaredariya DBP’ê de hat çêkirin jî piştî qeyûm hat girtin. Lê qeyûm niha mala çandê dîsa vekir.
 
Hevşaredar Yildiz Çetîn got di navbera 2014-2016’an de hevşaredariya Payîzavayê kiriye û got: “Me di vê pêvajoyê de hemû xebatên xwe ji bo gel kir. Me piranî xebatên xwe kirin meriyetê. Kreşa me ji bo zarokan çê kirin wek pêkanînek derveyî qanûnê nirxandin. Niha qeyûm pêşdibistanan vedikin û wek Qursa Kuranê bi kar tînin. Li navçeyê nexweşxane tunebû û me navendek tenduristiyê vekir.Hîna me vekirina wê nekiribû qeyûm hat. Navenda tenduristiyê ya me çêkiribû wek navenda astengdaran kirin xizmetê. Ambulansa me jî wek wesayîta veguhestina astengdaran tê bikaranîn. Em ji ber vê nexweşxaneyê bi îdiaya ‘we endamên rêxistinê derman kiriye’ hatin sûcdakririn.”
 
‘Xebata legal, îllegal kirin’
 
Yildizê destnîşan kir ku wan Malê Çandê yên Gund vekiribû û got: “Me li Norduz, Xwesor û Xoşabê bi giştî me sê cihên pîlot diyar kirin. Me li sê gundan xebat hîna temam nekiribû qeyûm hat. Çêkirina wan qedya bû, tenê vekirina wan mabû. Gundên mezin bûn. Me salonek mezin li wan gundan çê kiribû. Lê xebata me ya legal wek îllegal nîşan dan.”
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku navê Malên Çandê yên Gund guhertine û meheke weke ku wan çê kiriye pêşkêşî gel kirine û got: “Em vê wek razemeniya hilbijartinê dibînin. Beriya hilbijartinê wisa kirin ku dengan bigirin. Lê ev gel her tiştî dizane.”