‘Bila AKP dest ji xeyala Şirnexê berde’

  • 09:10 28 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re bi taybet li bajarên herêmê kar û barê xîleya dengan jî hat lezkirin. Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altan diyar kir ku AKP çi dike bila bike wê tiştê jê ditirse bê serê wan û got bila dest ji xeyalan berdin.
 
Li Şirnexê beriya hilbijartinên 31’ê Adarê hat îdiakirin ku ligel navenda bajar li Qilaban û Elbaqê bi hezaran qeydên cerdevan û leşkeran hatine çêkirin da ku li van deran dengê xwe bi kar bînin. Hat hînbûn ku ji navenda bajar nêzî 7 hezar qeydê cerdevan, polîs û leşkeran hatine çêkirin da li vir dengê xwe bi kar bînin û qerebalixa li midûriyeta nifûsê tê jiyîn jî bala gel dikşîne. Di navbera kesên ku AKP’ê ji wan re gotiye qeydên xwe li Şirnexê çê bikin da ku hûn li vir dengên xwe bi kar bînin, mamoste jî hene.
 
HDP’ê di hilbijartinên 24’ê hezîranê de tevî ku dîsa wiha xîle hatibûn kirin jî bi ferqa 6 hezar dengî li bajar bû yekem.
 
‘Tiştê AKP jê ditirse wê bê serê wan’
 
Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay got ev du mehe bûyerên bi vî rengî pêk tên û wiha got: “AKP çi bike jî wê tiştê jê ditirse bê serê wan. Gelê Şirnexê wê nehêle ew bigihêjin armanca xwe. Bi van lîstikan tê xuyakirin ku AKP çiqas ji gel ditirse. Ez bang li hemû gelê me dikim. Bila her kes xwedî li dengên xwe derkevin û sindoqan biparêzin. Em dikarin bi vê yekê îstikên AKP’ê xera bikin. Ev xîle ye. Lê em li dijî van kolan bi kolan bigerin û şûnde gavê navêjin. Em ê van lîstikan xera bikin,qeyûman şûnde bişînin.”
 
‘Bila AKP dest ji xeyalan berde’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku ji polîsan bigire heta mamosteyan dengê bi hezaran kesî ji bo li Şirnexê bê bikaranîn qeydên wan hatine çêkirin û wiha got: “AKP wek hemû hilbijartinan dîsa xîleyên xwe kiriye dewrê. Ji polîsa hata cerdevanan bi hezaran kesî tînin Şirnexê. Çavê wan li vir in. Dixwazin şaredariyê ji gel bigirin. Em teqez destûrê nadin vê. Bila ew jî dest ji van xeyalan berdin. Gel wê dersa wan bidê. Wê li Şirnexê bi îradeya gel têk biçin. Ne 7 hezar ew 10 hezarî jî bînin wir wê têk biçin.”