Salek meclîsê: Bersiv ji bo pêşnûmepirsên jinan nehat dayîn, axaftin veguhertin fezlekeyan

  • 09:01 28 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Ji meha cotmehê de ku meclîs hatiye vekirin heta niha 34 pêşnûmepirsên ji bo jinan hatine dayîn bersiva wan nehat dayîn û di çarçoveya xebatên siyasî yên parlamenteran de hemû axaftinên hatine kirin wek fezleke li wan vegeriyan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr ku salek meclîsê nirxand wiha got: “Li kursiya meclîsê ya veguhertine ‘Lijneya Şêwirmendiyê’ jî zayendperestî derket asta herî jor.”
 
Jin di sala 2018’an de di serî de li meclîs û kolanan li her qada jiyanê berxwe dan. HDP ya ku dîsa di hedefa êrîş û zextan de bû, xebatên wan ên salekê jî li meclîsê bersiv negirt. Ji bo destnedana parlamenteran rabe fezleke hat amadekirin.
 
Fezleke
 
Di serî de parlamenterên jin ên HDP’ê derbarê gelek parlamenteran de fezleke hat amadekirin. Ya herî zêde derbarê wê de fezleke hat amadekirin parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca bû. Dîsa gelek pêşnûmepirsên derbarê jinan de hatin dayîn jî hatin redkirin an jî radestkirin.
 
Ji ber parvekirinên operasyona li hemberî Efrînê derbarê parlamenterên HDP’ê yên Wanê Bedî Ozgokçe, parlamentera Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş hat xwestin ku destnedanên wan rabin. Dîsa derbarê parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran û Hevseroka giştî Pervîn Buldan de dozgeriyê axaftinê wan ên 8’ê Adarê hincet nîşan da û xwest destnedana wan rabe. Dîsa derbarê Feleknas Uca, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Fîlîz Kerestecîoglu Demîr, Bedîa Ozgokçe û Ayşe Acar Başaran de fezleke hat amadekirin.
 
Ji bo gotina ‘Konseya Ewropayê çi plan dike’ fezleke
 
Derbarê Fîlîz Kerestecîoglu de bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ fezleke hat amadekirin û tevlîbûna bernameya Rêxistina HDP’a Gebzeyê, wêne û dirûşmeyên li wir delîl hatin nîşandan. Dîsa gotinên wê der barê operasyona Efrînê de yên weke ‘Gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin. Hemû xwepêşendanên aştiyane bi şîdetê tên çewisandin. Konseya Ewropayê ji bo vê rewşê çi plan dike’ bûn sedema fezlekeyê, ji bo destnedana wê rabe fezleke hat amadekirin.
 
Daxuyaniya çapemeniyê sûc hat hesibandin 
 
Parlamentera herî zêde derbarê wê de fezleke hat amadekirin Feleknas Uca bû. Tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê, konferans, axaftinên kirine, şandina nameya ji bo wezareta dadê, tevlîbûna greva birçîbûnê, parvekirinên çapemeniya civakî, balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelek ên din bûn hinceta amadekirina fezlekeyan.
Der barê parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr de jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 12’ê Kanûna 2018’an 2 fezlekeyên cuda hatin amadekirin. Hinceta fezlekeyan jî ji ber tevlî meşa 26’ê îlona 2016’an a ji bo girtina Gultan Kişanak û Firat Anli pêk hatiye, bûye. Ji sûcên ‘li ser navê rêxistinê sûc kirin’ fezleke hat amadekirin.
 
Bersiv nedan 34 pêşnûmepirsan
 
Di dema 26’an de ji aliyê HDP’ê ve derbarê jinan de 301 pêşnûmepirs hatin dayîn. Ji van pêşnûmeprisan 34 heb bersivandin û 8 heb jî hatin radestkirin. Di dema 27’an de ji meha cotmehê de ku meclîs hatiye vekirin heta niha 34 pêşnûmepirsên derbarê jinan de hatine dayîn jî, bersiva wan nehat dayîn.
 
‘Meclîs veguhertin Lijneya Şêwirmendiyê’
 
Parlamaneta HDP’ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr xebatên salekê yên meclîsê nirxand û wiha got: “Piştî pergala serokatiyê hat nîqaşkirin şûnde parlamento her çû ji wateya xwe dûr ket û bi awayekî cidî mirov dikarin bêjin ku veguheriye Lijneya Şêwirmendiyê. Roj bi roj dengê muxalefetê zêdetir hat birîn.”
 
Dîrayetê destnîşan kir ku di demên dawî de bûyerên gihaştine şîdetê li meclîsê hatine jiyîn û wiha pê deçû: “Ferasetek ku hemû pêşnûmepirs û lêkolînan bê wate dike, bersiv nade û her gotin û rexneyê qebûl nake heye. Ev feraset hewl dide em wek wan biaxivin, wek wan nîqaş bikin û mekanîzma rejîma yekkesî pêk bê. Dîsa li meclîsê destnedana kursiyê mafekî di destûra bingehÎn de ketiye bin ewlehiyê. Her çiqas behsa vê destnedana kursiyê bê kirin jî di filiyatê de hatiye rakirin. Li ser kursiyê ji br têgehên hatin bikaranîn, parlamenterên hatin rakirin hebûn. Axaftina wan hat astengkirin, axaftinên wan bûn hinceta fezlekeyan.”
 
‘Zayendperestî mezin dibe’
 
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şêwaza serdest a mêran her diçe zêde dibe û zayendperestî jî zêde bûye. Dîrayetê ev tişt got: “Ligel ku di salekê de pêkanînên zayendperestiyê zêde bûne jî bi qanûna tûrik a anîn, li meclîsê dema axaftinê jî kêm bûye. Meclîsê wateya xwe winda kiriye. Ev di sala dawî de pir zêde hatiye dîtin.”