Navnîşana jinan a 31’ê Adarê HDP ye

  • 09:02 26 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên ji bo hilbijartinên herêmî serlêdana namzetiyê kirine, dora mulakata komîsyonên hilbijartinê dipên û diyar kirin ku HDP ji ber partiya jinê ye ji HDP’ê serlêdan kirine û got divê jin li dijî zîhiyeta qeyûm li dora HDP’ê xwe birêxistin bikin.
 
Di 18’ê Kanûnê de serlêdanên namzetiyê bi dawî bûn û li avahiya HDP’a Wanê jî bendewariya bi kelecan didome. Medîne Tufan ya ji bo namzetiya Meclîsa Şaredariya Elkê serlêdan kiriye wiha got: “Ji ber HDP girîngiyê dide jinan min serlêdan kir. Min di gelek xebatên HDP’ê de cih girt. Li navçeya me jin bi rehetî dernakevin derve. Cihekî ku rehet lê bigerin tune ye. Şaredariya DBP’ê gelek xebat ji bo jinan meşand. Lê piştî qeyûm jin hepsê malê bûn.”
 
Medîneyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi qeyûm re qada jiyana jinan zêdetir teng bûye û got hedefa wan ev e ku qeyûm şûnde bişînin û ji nû ve xebatên xwe bi hev re bimeşînin.
 
Hariye Ozlu ku ji bo encumeniya şaredariya Westanê serlêdan kiriye bi lêv kir ku ji bilî HDP’ê kes girîngiyê nade jinan û got: “Ez HDP’î me. Partiyek jin ji bo min nabe. Divê tu jin xwe sînor neke. Bila her kes tevlî HDP’ê bibin. Dema diçin ser sindoqê jî bila dengên xwe bidin HDP’ê.”