Şukran Dogan: Divê hemû hêzên emperyalîst ji Sûriyeyê vekişin

  • 09:05 25 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan vekişîna DYA’yê ya ji Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku di serî de DYA hemû hêzên emperyalîst divê ji Rojhilata Navîn derkevin û divê Sûriye bixwe biryara pêşeroja xwe bide.
 
Piştî daxuyaniya Serokomar Tayyîp Erdogan a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde DYA’yê jî daxuyand ku wê di 100 rojî de leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Kedê Şukran Dogan derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
Şukranê daxuyakirin ku di serî de DYA divê hemû hêzên emperyalîst ji Rojhiata Navîn vekişin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de divê Tirkiye jî hêzên xwe ji wir bikşîne. Derdekî DYA’yê yê wek demokrasiyê tune ye. Gelên Sûriyeyê daxwaz dikin ku pêşeroja xwe ew bixwe tayîn bikin û DYA jî ji bo ev pêk bê tiştekî nake. Em dizanin ku DYA ji bo berjewendiyên xwe li wir e. Ji ber vê divê DYA ji wir derkeve. Divê hêzên din jî ji wir derkevin. Divê kesên li Sûriyeyê dijîn biryara pêşeroja xwe bidin.” 
 
‘Em nikarin bêjin ku DYA pir dûr ketiye’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku DYA, Rûsya Îran dixwazin li Rojhilata Navîn cihê xwe xurt bike û wiha dawî lê anî: “Li Sûriyeyê ji bo vê pêngavên girîng hatin avêtin. Rûsya çawa jê derkeve nayê zanîn. Lê em nikarin bêjin DYA zêde dûr ketiye. Li Încîrlîkê baragehên wan hene. Li Iraqê baragehên wan hene. Di 100 rojên pêş me de çi pêk tê em ê bibînin.”