HDP'ê êrîşa nijadperest a li Sakaryayê bir Meclisê

  • 12:54 24 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP'yî êrîşa nijadperest ku li Kadîr Sakçi û lawê wî Burhan Sakçi hat kirin ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrîşa nijadperest a li navçeya Sakarya Hendekê ku di 16'ê Kanûnê de li dijî Kadîr Sakçi û lawê wî Burhan Sakçi hat kirin ku Kadîr sakçi di encamê de jiyana xwe ji dest da bir meclisê. Derbarê mijarê de parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ji bo ku Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylu bibersivîne pirsname da serokatiya meclisê.
 
Di pirsnameyê wiha hat gotin: "Buyer di dema êvarê ku Kadîr Sikçi û Lawê xwe Burhan Sakçi di ber qahwexaneyê re derbas dibûn hatin malê pêk hatiye. Êrîşkarê bi navê Hîkmet Usta, ji qahwexaneyê derketiye û pirsa 'Hun Sûriyelî ne, bicihemin biçin' lê piştî ku Kadîr Sakçi gotiye 'Em kurd in' êrîşkar gule li Kadîr Sakçi û lawê wî Burhan sakçi barandiye."
 
Di pirsnameya ku hat gotin piştî êrîşê, êrîşkar Hîkmet Usta û Recep Eş hatine binçavkirin, lê piştî îfadeya li dozgeriyê Recep Eş serbest hatiye berdan û  Hîkmet Usta hatiye girtin de, "Îfadeya Usta yê ku li dozgeriya daye jî êrîşa nijadperest piştrast dike lê bi îdiaya 'ez serxweş bûm, nayê bîra min' parastina xwe kiriye. Tê diyarkirin ku birya Kadîr Sakçi Sabrî Sakçi jî berî bi du salan di encama bûereke bi vî rengî de jiyana xwe ji dest daye."