‘Em bi hêz, sekna polîtîk û îradeya gelê xwe bawer in’

  • 09:13 24 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Seroka Giştî ya Berpirsa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên zextê şaredariyên hatine xespkirin wê şûnde bên girtin û wê şaredariyên nû bên qezenckirin. Yurdusevê bi lêv kir ku ew bi hêz, sekna polîtîk û îradeya gel bawer in.
 
Serlêndanên namzetiyê yên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an di 18’ê Kanûnê de bi dawî bûn Cigira Hevserokatiya Berpirs ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler diyar kir ku ji bo hilbijartinan serlêdanên mezin hatine kirin û wiha got: “Tevî hemû zextan serlêdan hatin kirin.Di demên dawî de bi taybet li Amed, Riha, Colemêrg û Wanê bi ser rêxistinên me de hatin girtin û hevalên me hatin binçavkirin. Van jî pêvajoya serlêdanê dirêj kir.”
 
‘Em ê perwerdeya têkoşînê bidin’
 
Yurdusevê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jinan pir zêde serlêdan kirine lê ji ber polîtîkayên êrîşkar ên AKP’ê li gorî hilbijartinên berê hinek din kêmtir bûye û hejmara serlêdanan kêm bûye. Yurdusevê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê mijarê di rojeva me de cih digirt. Me ev di nirxandinan de tespît kiribû. Em ê bi pêşengiya meclîsa jinan perwerdeya têkoşînê bidin destpêkirin. Hilbijartin ji bo Kurdan û jinan pir girîng e. Ya yekem wê pêşî li faşîzmê bê girtin. Polîtîkayek me ya em bi AKP û MHP’ê bidin windakirin heye. Li hundir û derve polîtîka şer dimeşîne. Li aliyê din jî kuştinên jinan zêde dibin. Mirov tên girtin, binçavkirin. Li derve jî li hember Rojava planên êrîşê tên kirin. Hatiye rewşa hikûmeta şer. Pêşiya vê girtin gelek girîng e. Girîngiya hilbijartinê ya dîrokî jî ev e.”
 
‘Wê ji AKP’ê re bêjin ‘na’
 
Yurdusevê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew di hilbijartinan de hedef dikin ku hemû şaredariyan ji qeyûman paqij bikin û wiha got: “Jin û ciwan wê li dijî AKP’ê bibêjin na û dengê ‘na’ bilind bikin. Ev hilbijartin di vî alî de pir girîng e. Di pergala hevserokatiyê de wê guherîn nebe. Ev hilbijartin li gorî hilbijartinên din zehmet derbas dibe. Em ê di pêvajoyek zehmet a hilbijartinê de derbas bibin.”