Biryara vekişînê ne nû ye: Bêstatuhiştina kurdan êdî zehmet e

  • 09:25 23 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku biryara vekişîna DYA’yê ya ji Sûriyeyê ne nû ye û got ji mutabakata di hevdîtina Helsînkî ya di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn pêk hatiye, serbixwe nîne. Selmayê ev tişt got: “Di roja îro de bêstatuhiştina kurdan zehmet bûye. Di vir de tişta  esas xeta têkoşînê ya aştî, azadî û wekheviyê  ye.”
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan geşedanên dawî û êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Şengal û Mexmurê, amadekariya operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
 
Selmayê got li Sûriyeyê ji serî de şerê parvekirinê yê emperyalîstan heye û got heta pevçûn û rekabet bidomin wê guherîn çênebe û wiha got: “Bi mudaxaleya DYA, Rusya, welatên Ewropa û hêzên emperyalîst Sûriye ketiye vê rewşê. Di çûyîna Esad de israr kirine. Rêxistinên cîhadî yên wekê DAIŞ’ê biguman nedîtine. Tirkiyeyê ji serî de di ‘Osmaniya Nû’ de israr kirye û vê şaşiya xwe hîna didomîne. Niha welatên ereb ketine dewrê. Ji ser Sûriyeyê li erdnîgariya Rojhilata Navîn qadên serdestiya hevkar û emperyalîstan ji nû ve diyar dibin. Yanî welatên duh dijminê hev bûn îro ji bo berjewendiyên xwe ketine têkiliyê.”
 
‘Biryara vekişîna DYA’yê ne nû ye’
 
Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku DYA’yê biryara vekşîna ji Sûriyeyê girtiye, lê sînorên vê vekişandinê hîna nayên zanîn û wiha got: “Ji bo hêzê hatibûn vir û niha wisa vekişîna wan xuya dike ku planên wan hene. Hîna ev aşkera nekirine. Dema mirov lê dinêre mirov dibîne ku hewl didin pêşeroja herêmê diyar bikin. Erdogan û hikûmet  ji vêrewşê ji xwe re serkeftinê derbixin jî rewş cuda ye. Biryara vekişînê ne nû ye. Ji mutabakata di hevdîtina Helsînkî ya di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn pêk hatiye de, serbixwe nîne.”
 
'Li berjewendiyên gel nafikirin'
 
Selmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ne emperyalîst û ne jî serdestên herêmî berjewendiyên gel nafikirin û got statuya Gelê Kurd ne derdê DYA û Rûsyayê ye û got: “Di roja îro de bêstatuhiştina Kurdan zehmet bûye. Di vir de ya esas xeta têkoşînê ya aştî, azadî û wekheviyê esas digire ye.”