Tirkiye di alî aborî û siyasî de tengezar e

  • 09:13 22 Kanûn 2018
  • Ramyarî
WAN - Muazzez Orhan a HDP’î diyar kir ku amadekariyên operasyona AKP’ê ya li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê razemeniya hilbijartinê ye û wiha got: “Welat di alî aborî û siyasî de kirine tengezariyek mezin. Ew jî dizanin ku wê ji binê vê dernekevin. Êdî soza ku bidin gelan nemaye. Desthilatdarî ji bo bimîne, serî li polîtîkayên şer dide.”
 
Balafirên Şer ên aydê Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) di 13’ê Kanûnê de êvarê li hember Mexmûr û Şengalê bombebaran pêk anî yek jê zarok 7 sivîlî jiyana xwe ji dest da. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û got ‘Em ê li rojhilatê Firatê jî operasyonê bikin’ û piştî vê amadekariya êrîşan li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Li ser vê gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dest bi amadekariyên parastina cewherî kir û herî dawî DYA’yê biryar da leşkerên xwe yên li Sûriyeyê bikşîne.
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan geşedanên dawî nirxand û got tehdîda Şengalê li hember Tirkiyeyê tune û AKP ku êrîşên li hemberî Fîlîstînê wek alava propaganda siyasî bikar tîne, ew bixwe sivîlan hedef digire.
 
‘Operasyon polîtîkayên qirkirinê ne’
 
Muazzezê daxuyakirin ku dîsa li Mexmûrê li dijî sivîlan operasyon pêk hatiye û wiha got: “Ev êrîş di esasê de dikarin wek razemeniya hilbijartinê bê nirxandin. Ji bo dengên hilbijêrên netewperest û şoven dilîzin. Ev operasyon polîtîkaya qirkirina Kurdan a AKP’ê ye. Operasyona li rojhilatê Firatê tê plankirin jî li hemberî qezencên Kurdan e. Li Efînê jî heman polîtîka hat meşandin. Gelên ku bi salan e cîrantiya wan kiriye niha terorîze dikin.”
 
‘Welat fetisandin’
 
Muazzezê daxuyakirin ku operasyonên li hemberî Rojhilatê Firatê plan dikin jî wek Efrînê razemeniya hilbijartinê ye û ji bo desthilatdariya xwe biparêze serî li şer dide û got: “Welat hem di alî aborî de hem di alî siyasî de kirine tengezariya mezin. Dizanin ku wê ji binê vê jî derneyên. DYA biryar daye wê leşkeran ji Sûriyeyê bikşîne. Ev hevdîtinên hatine kirin bi giştî di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a mezin de de hatine kirin. Desthilatdarî yekî jî bê beramber nake.”