Şaredariyên qeyûm ew di bin deynd de hiştine, reklamên wan jî li panoya ne

  • 09:10 22 Kanûn 2018
  • Ramyarî
AMED - Qeyûmê şaredariyên Amedê xistine bin deyn, tevî nelêrêtiyên wan li her çar alî bajar afîş û pankartên ‘Me bêyî yek kuruş deyn ximzet ji gel re kir’, ‘Kar û barê me Amed e’ daliqandine. 
 
Şaredariyên Wan, Agirî, Sêrt, Dêrsîm, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn û Amedê ku bi nûçeyên nelêrêtiyê ev demeke di rojevê de ne, raporên wan ên aborî ji aliyê sayiştayê ve hat lêkolînkirin û rapor hat amadekirin. Li gorî raporên hatin amadekirin bîlançoya mîlyona lîrayê hatine xerckirin nehat bicihkirin û aqûbet jî nayê zanîn.
 
Bi raporê re derket holê ku li Wanê malên şaredariyê yên hatine firotin û dane kirê, wê hatina wan bê şopandin. Li Agiriyê deyn rast nehat nivîsîn. Li Sêrtê qeyda 567 malên şaredariyê yên nayên barkirin, nehat dîtin. Li Dêrsîmê jî der barê tabloyên aborî de agahiyên rast nehatin dayîn. Li Şirnexê malên hatine teqeskirin piştî kontrolê kirine bin qeydan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayîn bûbû, bîlançoya wê jî bi mîlyonan lîra deyn xuya dike. Her çiqas şaredarî bêje şaşî ji 2018’an şûnde hatiye sererastkirin jî di raporê de hat gotin ku rewş wê di kontrola 2018’an de diyar bibe. Derket holê ku Şaredariya Peyas a Amedê jî bi mîlyonan deynê wê heye. 
 
Şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin, encamên raporên wan ên aborî feraseta wan a xizmetê derdixe holê û tevî vê li kolanên Amedê afîş û pankartên ‘Bêyî em yek kuruş bikevin bin deyn me ji gel re xizmet kiriye’ daliqandine.