Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke

  • 12:36 21 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta beşdarî çalakiyeke li bajêr bû, derbarê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca de fezleke amade kir. Lê weneyekê Feleknasê ya di wê çalakiyê de hatibû kişandan, layîqî Xelata Jinan a Rûmetê ya Clara Zetkin hatibû ditin.  
 
Serdozgeriya Komarê ya  Amedê, derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca bi hinceta di 26’ê Cotmeha 2016’an de beşdarî çalakiya şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bû de fezleke amade kir.
 
Lêpirsîn piştî bûyerê 2 sal şûn de bi hinceta “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanê mûxaliftî kirin” a hejara 2911’an hat vekirin.   
 
Ji bo Feleknasê bi sûcdariya “Ji bo erka xwe neke li ber xwe dayîn” û “Ligel ku ne endamê rêxistinêye jî, li ser navê rêxistinê sûc kirin” ji 6 salan heya 9 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Serdozger, di çarçoveya îdîanemaya amade kir de, bi daxwaza rakirina destnedayîna Felekê, ji Meclîsê re  fezleke şand. 
 
Çalakiya weke sûc hatiye dîtin û bûye sedem ku fezleke derbarê Felekê de bê vekirin, weneyekê Felekê ya di wê çalakiyê de hatibû kişandan, layîqî Xelata Jinan a Rûmetê ya Clara Zetkin hatibû dîtin.