‘Yên tayîn dikin jî baş hilnabijêrin’

  • 09:12 21 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Şaredariya Farqînê ya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, xizmetê nade gel û tê gotin ku heta niha 3 qeyyum hatine guhertin. 
 
Bi îlankirina rewşa awarte ya piştî hewldana darbeyê binpêkirina mafan gelek zêde bûn. Di vê pêvajoyê de bi sedhezaran kes ji karên xwe bûn. Ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 95 heb qayyum hat tayinkirin. Bi tayinkirina qayyimê gelek proje û xebat hatin betalkirin. Ji 2016'an heta niha 3 qayyim tayinî şaredariya Farqînê hat kirin. 
 
Raîfe Çelîk a li Farqînê dijî wiha got: “Yên tayîn dikin jî baş hilnabijêrin. Wê çawa ji me re şaredartiyê bikin?”
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê şûnde bi OHAL’a hat îlankirin re binpêkirina mafan jî derket asta herî jor. Di çarçoveya OHAL’ê de bi hezaran kes hatin îxrackirin û ji 102 şaredariyên DBP’ê, 94 heb qeyûm lê hatin tayînkirin. 50 hevşaredar jî hatin girtin. Yek ji şaredariyên ku qeyûm tayîn kirinê heta niha tu xizmet ji gel re nekiriye. Riyên Farqîn û gundên wê di nav axê de ne û bi mehane tu xebat nehatine meşandin.”
 
‘Gelo şaredarî heye li Farqînê?’
 
Raîfe Çelîk a li Farqînê dijî diyar kir ku ew yekem car Farqînê wisa xirab dibîne û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Gotin ‘nelêrêtî heye, dizî heye, piştgiriyê didin terorê, gel nas nakin.’ Lê em ji xebatên şaredariyê yên beriya qeyûm gelek razî bûn.”
 
‘Qeyûm naxebite’
 
Raîfeyê destnîşan kir ku beriya qeyûm şaredariyê her hewcedariya gel dianî cih û wiha pê de çû: “Bi mehane riyên gundên me xerabe ne. Heta em diçin gund tên saet derbas dibin. Em ditirsin ku qezayê bikin. Ne tenê riyên gund, yên navçeyê jî xerabe ne. Kolan nayên çêkirin. Xebata asfaltê tune ye. Dema baran dibare her der tije av dibe. Em nikarin zarokan bişînin derve. Qeyûm tiştek nekiriye. Ligel mizgefta mezin parq çê kiriye. Bi mehane bi vê parqê pesnê xwe didin.”
 
‘Bila ewil ji gel re xizmetê bikin’
 
Jina bi navê Emîne jî daxuyakirin dema hilbijartin nêz dibin tên dengan dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kêmasiyên DBP’ê hebûn, lê qe nebe Farqîn paqij bû. Em dikaribûn biçin şaredariyê. Wisa ne xerab bû. 3 caran qeyûm guheriye. Ez hîna nizanim şaredar kî ye. Ez li vir dijîm lê nizanim. Boriyên me diteqin em telefon dikin pere dixwazin. Ma tiştekî wisa li ku hatiye dîtin? Ma gel ne gûneh e? Ev ne nelêrêtî ye gelo? Wê niha çawa bên ber derê me dengan bixwazin.”