Şerên parvekirinê tên jiyîn:Dixwazin Kurdan sedsalek din jî bê statu bihêlin

  • 09:11 21 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hember Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi armanca ku berî hilbijartinê hestên netewperestiyê gur bike û pêşiya daxwazên demorasiyê bigire tên kirin û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî ya ku şerên parvekirinê dîsa tê jiyînê de ne. Dixwazin gelê Kurd ku li Rojhilata Navîn modelek demokratîk ava kirine, sedsalek din jî bê statu bihêlin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derbarê geşedanên dawî yên li herêmê tên jiyîn, nirxandin kir.
 
‘Dixwazin faşîzmê mayînde bikin’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku AKP beriya her hilbijartinê hewl dide hinek deran dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Amadekariyên operasyonê bi nirxandina hilbijartinê têr nake. AKP hewl dide bi hevkariya hilbijartinê faşîzmê mayînde bike.Beriya her hibijartinê hewl dide dijminekî hundir an jî derve biafirîne. Di pêvajoya referandumê de krîza Hollanda û Elmanyayê hatibû jiyîn. Ev anîbûn rojevê û hestên netewperest gur kir û bi pêvajoya globalbûnê ketibû hilbijartinê. Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jî dagirkirina li hember Efrînê hat rojevê.”
 
‘Dixwazin krîza li Rojhilata Navîn sedsalek din jî dirêj bikin’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku hesabên AKP’ê yên li ser Sûriyeyê li hev nehatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeyalek wê ya ku wek hêzekê xwe tevlî lêgerîna mêtîngeriyê bike hebû. Kurdan û gelên Rojhilata Navîn li dijî feraseta mêtînger û Osmanî tecrubeyek nû derxistin holê. Ev di alî gelan de destkeftiyek bû. Di bin êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Sûriyeyê de dijminahiya li hember Kurdan heye. Pirsgirêkek din a din jî hêzên navneteweyî mudaxale nakin. Em di pêvajoyek ku li cîhanê rejîma yek kesî, dîktator dixwazin faşîzmê ji nû ve biafirînin de dijîn. Hewl tê dayîn ji nû ve Rojhilata Navîn bi teşe bikin. Dixwazin krîzan kûr bikin û vî şerî sedsalek din jî dirêj bikin.”
 
‘Kurd ji bo bibin xwedî gotin têdikoşin’
 
Dîrayetê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP bi gotinên ‘em di xeta parastinê de ne, em welatê xwe diparêzin’ vê di nav gel de normal dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku ji bakurê Sûriyeyê heta Tirkiyeyê tehdîdek ne mijara gotinê ye. Li wir muxalefetek civakî ya bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve dibe li dijî rejîma otorîter û çavsorên DAIŞ’ê têdikoşin heye. Kurdistan 100 sal berê hat parçekirin. Kurd bê statu hatin hiştin. Êşên mezin hatin jiyîn. Li her derê têkoşînek cidî hat dayîn. Kurd niha di vê dema nû de têkoşîna ku di siyasetê de bibin xwedî gotin didin. AKP dixwaze Kurdan dîsa bê statu bihêle. Bombebarankirina Şengal, Mexmur û Efrînê jî girêdayî vê yekê ye. Ev jî dijminahiya li hember gelê Kurd nîşan dide.”