HDP'ê serlêdana bernamzetiyê heta 18'ê Kanûnê dirêj kir

  • 10:42 14 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP'ê serlêdanên bernamzetiyê yên têkilî hilbijartina xwecih heta 18'ê Kanûnê dirêj kir.
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yurdusev Ozsokmenler bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ji ber sedema zexta rejîma AKP'ê li hin bajaran serlêdanên bernamzetiyê bi asteke girîng hatine astengkirin.
 
Yurdusev zext û zordariya AKP'ê ya li ser partiya wan a vê mehê, destgîrkirina bi sedan endamên wan ê partiyê, endamên Desteya Rêveberriya Navendî û Meclîsa Partiyê, gelek kesên ku serdema bihurî parlamenter bûn bi bîr xist.
 
Yurdusev bi berdewamî  diyar kir ku bi hinceta çalakiyên desteka li greva birçîbûnê avahiyên wan ên partiyê yên bajar û navçeyan ji hêla polîsan ve hatine dorpêçkirin, bi ser gelek avahiyên wan de girtine, çûnûhatina avahiyên wan ên partiyê ji hêla polîsan ve hatiye astengkirin û got, ''Ji ber sedema vê dorpêçê, destgîrkirin û girtinan li hin bajarên mez serlêdanên bernamezetiyê bi asteke girîng hatiye astengkirin. Jixwe armanca desthilatê jî ew e ku nehêle HDP têkeve xebatên hilbijartinê.''
 
Yurdusev diyar kir, li gel hemû zext û zordariyan jî bi hezaran kes serî li HDP'ê daye û got, ''Ji ber daxwaza zêde ya gelê me û ji ber dorpêça li ser partiya me xebat asteng bûne pêvajoya serlêdanê ya bernamzetiyê heta 18'ê Kanûna 2018'an, heta 17.00'an hatiye dirêjkirin.''