Jinên namzetên keyatiyê jixwe bawer in

  • 09:17 14 Kanûn 2018
  • Ramyarî
WAN - Li Wanê jinên ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê namzetiya ji bo keyatiyê danîne, jixwe bawer in. Jinên ji bo keyatiyê ketine nava tevgerê gotin ‘Gotina me jî heye, hêza ku em nîşan bidin jî heye’ û ji jinan piştgirî xwestin.
 
Partiyên siyasî ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an ji bo bernamzetiyan bê navber xebatan dimeşînin û li Wanê jî ji bo namzetiya keyatiyê jin ketin nav tevgerê. Ayten Işik a ji taxa Serhat a Îpekyolu bû namzet wiha got: “Li taxa me her tim mêr bûne keya. Keyatî wek pîşeya mêr tê dîtin. Hedefa min a ewil ev e ku ez nîşan bidim ku jin jî dibin keya.”
 
‘Ez ê nîşan bidim ku wê tax çawa tê birêvebirin’ 
 
Aytenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê bi hemû jinên taxê re bibe heval û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewcedariya jinan çi be, ez ê hewl bidim bibim bersiv. Ez ê xebatên ekolojîk bimeşînim. Ez ê taxê şîn bikim. Mala me ya şînê tune ye. Em ê çê bikin. Ji bo qadên îstîhdamê yên jinan vebe ez ê her tiştî bikim. Ez ê kolanê bi rengê jinê bixemilînim, nîşan bidim ku tax çawa tê birêvebirin.”
 
‘Çima jin nebin keya?’
 
Namzeta taxa Yenîmahale Umran Kurt jî wiha got: “Ji bo li dijî zîhniyeta feodal a mêr gotina jinan hebe ez bûm namzet. Dema pirsgirêka jinan hebe, nikarin derdê xwe ji keyayên mêr re vebêjin. Piranî mêr pirsgirêkên taxan dibin ji keyayan re. Lê dema em dinêrin ên herî zêde li taxê demê derbas dikin jin in.Wê demê çima jin nebin keya?Em jî di rêveberiyên herêmî de hene. Gotina me jî heye û hêza me ya em pêk bînin jî heye.”