Hevserokên HDP'ê: Divê rayeder îstifa bikin

  • 14:07 13 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî der barê qezaya trênê ya 9 kesan têde jiyana xwe ji dest dan, daxuyani dan û gotin: "Ev ne qeza ye. Cînayeta li ber çavan e." 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temellî, der barê qezaya trênê ku li Enqereyê pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniya nivîskî dan. Hevserokan anîn ziman ku li hemû cîhanê rêya herî ewle rêya trênê ye, lê li Tirkiye rêya herî bê ewle rêya trênê ye û bûye “'Rêya mirinê". 
 
Hevserokan destnîşan kirin ku di agahiyên ewil de xuya dike ku ev qeza sedema şaşiya sinyalizasyonê ye û wiha gotin: "Heta niha nerîn, pêşniyar û rexneyên pisporan li ber çavan nayê girtin. Berpirsiyarê vê yekê rêveberiya TCDD, Wezareta Ragihandiyê û îktîdara siyasi ye. Ev ne qaza ye. Ev cînayet e. Di serdema AKP'ê de di qezayên trênê de herî kêm 88 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan welatî jî birîndar bûne. Ev cînayet li ber çavan pêk tê. Di qezaya ewil de hat nişandan ku venêrtin tune û sersari heye. Wezaretê dîsa tu derbîr negirtin. Ewlehî negirtin. Niha Îktîdara AKP'ê wekî makîneya mirinê kar dike. Gelo Serokomarê Tirkiye û rêveberiya TCDD'ê dê îstîfa bikin ya na? Ma hêj dê çend kes bi vî rengî jiyana xwe ji dest bidin?"