Fatmagul Berktay: Li Tirkiye û cîhanê restorasyona mêr bandor dike

  • 09:22 13 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Kevser Ozkaynak
 
STENBOL - Prof. Dr. Fatmagul Berktay diyar kir ku di sedsala 21’ê de li cîhan û Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene û li dijî vê jî divê tevgerên jinan têkoşînek berfireh bidin. Fatmagulê wiha got: “Li Tirkiye û cîhanê restorasyonek mêr didome. Divê jin li dijî vê hişyar bin. Bi tena serê wan nabe. Divê têkoşînek berfireh bê dayîn.”
 
Seroka Giştî ya berê a Komeleya Piştgiya Namzetên Jin (KA.DER) Parêzer Seyhan Ekşîoglu û Zanista Siyasetê Prof. Dr. Fatmagul Berktay derbarê guherînên mafên jinan de nirxandin kir.
 
Seyhan Ekşîoglu diyar kir ku tevgera jinan ji dema împaratoriya Osmaniya heta niha hebûna xwe didomîne û wiha got: “Jinan wê demê mafê hilbijartinê bidest xist û ev serkeftinek mezin bû. Di dema Komarê de jî mafê hilbijartinê û mafê xebatê hat bidestxistin. Jin êdî rehet derdiketin kolanan, lê mafê wekhev hîna bidest nexistibûn. Di dema komarê de ji dibistana seretayî bigirin hemû deriyên perwerdeyê ji jinan re hatin vekirin, vê jî heta astekê azadî da jinan.”
 
‘Bi nifşê 68’an re tevgera jinan şîn bû’
 
Seyhanê destnîşan kir ku jin ji bo ji van derfetan fêdeyê bigirin li berxwe dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin li qadan dihatin cem hev û faliyet dimeşandin. Di navbera salên 1950 û 1960’î de şûndeçûnek hebû. Wê demê jinan her tişt li gorî min piştguh kirine. Wê demê li meclîsê mafê hilbijartina jinan ket ji sedî 2’ê. Bi tevgera ciwanan a li Fransayê hat destpêkirin re li Tirkiyeyê nifşê 68’an ava bû. Di vî nifşî de tevgera jinan jî derket û mezin bû. Piştî 1968’an şûnde di qanûnan de guherîn hatin kirin. Jin bi sedsalan şûnde hatibûn xistin û ji ber vê jî divê piştgiriyek pozîtîf ji bo jinan bihata dayîn.Ev jî bi guherîna Xala 10’emîn ya Destûra Bingehîn pêk hat.”
 
‘Îro destkeftî tên windakirin’
 
Seyhanê bi lêv kir ku piştî jinan azadiya aborî bidest xist di civakê de hejandinek çê bû û ev tişt bi lêv kir: “Di demên dawî de komxebatên dijberê destkeftiyên jinan pêk tên. Di demên dawî de komxebat hat kirin û hukmên ji bo sînorkirina nefeqeyê û tezmînata aborî hat danîn. Ev jî dibe sedema windabûna destkeftiyên jinan. Ciwan standarta jiyana îro ji bapîr û dapîrên xwe digirin. Îro ne tenê destkeftiyên jinan di her sektorê de mafên hatine destxistin tên binpêkirin. Divê ciwan serê xwe ji çapemeniya civakî rabikin û binêrin li cîhanê çi dibin.”
 
‘Hemû qad ji jinan re hatine girtin’
 
Prof. Dr. Fatmagul Berktay jî destnîşan kir ku qadên cemawerî li jinan hatiye girtin û qadên siyasî jî hatine tengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rewşê de jî çalakbûna jinê girîng e. Tevî her tiştî divê jin li Tirkiyeyê çalakiya sivîl bidomîne. Ji ber hawira aştiyê tune ye globalbûn zêde dibe. Ev globalbûn bandorê li jinan jî dike. Ji ber vê di navbera jinan de qûtbûnek çê dibe. Di sedsala 21’ê de li cîhan û Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene û li dijî vê jî divê tevgerên jinan têkoşînek berfireh bidin. Li Tirkiye û cîhanê restorasyonek mêr didome. Divê jin li dijî vê hişyar bin. Divê têkoşînek berfireh bê dayîn.”