Pero Dundar ji bo Leyla Guven pêşniyarpirs da Meclisê

  • 12:00 12 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 35'emîn de berdewam dike bi bîra Wezrîê Dadgê xist û ev pirs jê pirsî: " Daxwaza Leyla Guven daxwaza kurd, jin, zarok û gelan yanî ya milyonan e. Hûnê heta kengî li hemberî vê bêdeng bin?"
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar, çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji Wezîrê Dadê Abdulhat Gul pirsî.
 
Di pêşniyarpirsa ku tenê ji pirsekê pêk tê de çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li Gitîgeha Tîpa E ya Amedê daye destpêkirin û di roja 35'emîn de berdewam dike hat bibîrxistin û ev pirs hat kirin: "Daxwaza Hevseroka KCD'ê  parlamentera Colemêrgê Leyla Guvan, daxwaza kurd, jin, zarok, gelan e. yanî daxwaza bi milyonan e. Hûnê li hemberî vê daxwazê heta kengî bêdeng bimînin?"