Saliha Aydeniz: Dê jinê dawî li şer û tecrîdê bînin

  • 12:51 5 Kanûn 2018
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz da zanîn ku îktidar bi polîtîkayên tecrîdê şerê ku li ser jinê tê meşandin kûrtir dikin û got ku dê jinê dawî li şer û tecrîdê bînin.
 
Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Piştigiriya ji bo çalakiya Leyla Guven didome. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz a ku ji bo pişgiriya çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir got:"Yên ku herî zêde li çalakiya Leyla Guven xwedî derdikevin jin in."
 
'Tecrîd tundiya li jinê zêde dike'
 
Salihayê da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê ji tundiyê cuda nikare bê nirxandin û wiha got:"Tecrîd tundiya li jinê zêde dike.
Îktidar bi polîtîkayên tecrîdê şerê ku li ser jinê tê meşandin kûrtir dikin û dê jinê dawî li şer û tecrîdê bînin."
 
'Heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven'
 
Salihayê da zanîn ku bi zextên li ser jinan îktidar dixwazin peyamekê bide civakê û wiha bi dawî kir:"Em dikarin mînaka Ekin Wan a ku bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştre bedena wê hat teşhîrkirin bidin. Dîsa em dikarin Dayika Taybet a ku di 19'ê Kanûna 2015'an de hat qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li erdê ma bidin. Bi van kiryaran dixwazin peyamekê ragihînin civakê. Em dikarin bibêjin ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê ev komkujî û zextên li ser jinan bidomin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe heta dawiyê em ê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."