Gelê Wanê 31’ê Adarê dipê

  • 09:06 4 Kanûn 2018
  • Ramyarî
WAN - Jinan bertek nîşanî nelêrêtiyên qeyûmê tayînê şaredariya Wanê bûye dan û wiha gotin: “Bi hincetan şaredariya me xesp kirin. Em dibînin ku qeyûm diziyê dike. Em ê di 31’ê Adarê de nîşan bidin ku em qeyyum naxwazin. Em ê şaredariya xwe ji dizan bigirin.”
 
Ji aliyê kontrola ji aliyê sayiştayan ve hatiye kirin derket holê ku li şaredariyên qeyûm lê hatine bicihkirin bi mîlyonan nelêrêtî hatiye kirin. Di raporê de derket holê ku li şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî 95 mîlyon û 372 hezar TL valahî heye. Jinan bertek nîşanî nelêrêtiyê dan û gotin wê bersiva pêwist di 31’ê Adara 2019’an de bidin.
 
Jina bi navê Sorgul Donmez a li taxa Sixkê ya Îpekyolu rûdine, diyar kir ku qeyûm tenê ji bo dîtbarî xebatan dimeşîne û ev du sal e li taxa wan tu xebat nehatiye kirin, çop nehatiye komkirin, kolan nehatiye paqijkirin. 
 
Sorgulê ev tişt bil lêv kir: “Dema şaredarî destên DBP’ê de bûn li taxa me her xebat dihat kirin. Li her derê Wanê sazî hatin vekirin. Tu nelêrêtî çê nebû. Gel ji ber krîzê nikare nan bibin mala xwe ew jî bi mîlyonan deyn dikin. Ji gel jî bertîlê dixwazin. Butçeya ku ji dewletê digirin bi ku de diçe? Em ê wek gelê Wanê şaredariya xwe ji dizan bigirin.”
 
‘Em ê şaredariyên xwe şûnde bigirin’
 
Jina bi navê Şîrîn Aslan jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku beriya qeyûm bi rehetî diçûn şaredariyê û wiha dawî lê anî: “Şaredariyên DBP’ê bi hincetan sûcdar kirin. Lê niha ew diziyê dikin. Dema şaredarî destê DBP’ê de bûn em bi rehetî diçûn me derdê xwe digot. Lê bi qeyyuman ji me girtin û niha diziyê dikin. Çi dikin bila bikin em ê şaredariyên xwe di 31’ê Adarê de şûnde bigirin.”