Ji HDP’ê banga namzediyê: Jin kirdeya siyasetê ne

  • 09:05 4 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Sîbel Ozalp
 
STENBOL- Gonul Karaman a HDP’yî ji bo hilbijartinê banga namzetiyê li jinan kir û diyar kir ku jin li orteya siyasetê û kirdeya siyasetê ne û ji ber vê divê jin bibin namzetên HDP’ê.
 
HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê starta xebatên hilbijartinê da. Rêvebera HDP’a Stenbolê Gonul Karaman bi lêv kir ku divê namzetên jin di rêveberiyên herêmî de çalak bin.
 
Gonulê daxuyakirin ku krîtera esas ya divê hebe ew e ku divê polîtîkayên jinan yên HDP’ê di şaredartiyê de bên nîşandan û wiha got: “Divê reng, fikr, gotin esas bê girtin û pirsgirêkên jinan bi rehetî bên çareserkirin. Me di demek nêz de li herêmên cuda civînên jinan pêk anîn. Jin naxwazin bikevin siyasetê. Divê jin rola li wan hatiye ferzkirin bişkînin û tevlî siyasetê bibin. Em jî li ser vî esasî xebatan dimeşînin. Di serî de di rêveberiyên herêmî de, divê jin di siyasetê de cih bigirin û divê jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têbikoşin.”
 
Gonulê daxuyakirin ku wan xebatên xwe yên ewil di nasandin û îmzekirina pirtûka Gultan Kişanak de kirine û bernameyên 25’ê Mijdarê jî xebatên wan yên ewil bûn. Gonulê bi lêv kir ku ew xebatên xwe li ser teşwikkirina namzetbûna jinan dimeşînin. Bi giştî serlêdan di hefteyên dawî de zêde dibin. Em ê komîsyonên hilbijartinan li navend û navçeyan ava bikin. Me li sê herêmên Stenbolê komîsyon ava kir. Em ji bo hilbijartinê amade ne.”
 
Gonulê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “HDP partiya jina ye. Partiyên din ji bo jinan tiştekî nakin. Partiya me jinê dide pêş. Em vê di mînakan de dibînin. Ya dengê jinan biriye meclîsê HDP ye. Wê polîtîkayên li herêman jî di vî alî de bin. Em bang li hemû jinan dikin ku di HDP’ê ji bibin namzet.”