Ji bo Feleknas Uca 9 fezleke:Em ê êşa gel her tim parve bikin

  • 09:13 3 Kanûn 2018
  • Ramyarî
 
ENQERE - Ji bo destnedana 21 parlamentera rabe fezleke hatin amadekirin û ji van fezlekeyan 9 heb aydê parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ye. Feleknasê diyar kir ku her axaftina wê wekî fezleke lê vegeryaye û wiha got: "Jin bêdeng namînin, serî natewînin, têdikoşin. Çi dikin bila bikin, şert çi dibe bila bibe em ê êşa gel her tim parve bikin."
 
Ji bo destnedanan 21 parlamenterên HDP û CHP’ê rabe 43 fezleke hatin amadekirin û pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. Di fezlekeyên hatine amadekirin de serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî heye. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ku der barê wê de 9 fezleke hatiye amadekirin, hemû bi hinceta bernameyên tevlî bûye û axaftinên kiriye hatiye amadekirin.
 
‘Biryarek siyasî ye’
 
Feleknasê der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku fezleke di encama biryarek siyasî de hatine amadekirin û wiha got: “Axaftinên min ên di çalakiya Dayikên Şemiyê de, di 8’ê Adarê û konferansa Rêveberiyên herêmî de û şandina nameyê ya der barê tecrîdê de ya ji Wezareta Dadê re bûye mijara fezlekê. Ev biryarek siyasî ye. Dixwazin xebatên me asteng bikin. Di 26’emîn parlamenteriya 11 parlamenterên HDP’ê hat xistin. Niha 9 parlamenterên me girtîne. Hevserokên me girtîne. Hemû ji ber axaftinên ku kirine. Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Gel em hilbijartine. Wê xebatên me û têkoşîna me bidome.”
 
‘Em ê ji bo hemû jinan têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Feleknasê daxuyakirin ku piranî fezleke der barê parlamenterên jin de ne û got di sê salên dawî yên li Tirkiyeyê de yên herî zêde li dijî polîtîkayên şer û faşîzmê têkoşîn dane û li eniya pêş meşyane jin in. Feleknasê wiha dawî lê anî: “Li welat şîdeta li ser jinê kuştinên jinan nasekine. Jin li kolanan tên qetikirin. Li hember Dayikên Şemiyê êrîş pêk hatin. Di vî alî de jî herî zêde berê xwe didin jinan. Ji ber jin ji têkoşîna azadiyê natirsin. Em ê ji bo hemû jinan têkoşîna xwe mezin bikin. Jin bêdeng namînin, serî natewînin û wê têkoşîna me bidome.”