Ayşe Acar Başaran: Tevgera ku hêza xwe ji gel digire nayê qedandin

  • 13:46 2 Kanûn 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Başaran anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re pêla girtinê ya li dijî wan zêde bûye û got, "Bi girtin, binçavkirin û gefên kuştinê nikarin tevgereke siyasî ya ku hêza xwe ji gel digire, biqedînin."
 
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî bi kadro û rêxistinên xwe xwe ji bo hilbijartinên xwecihî amade dikin, lê bi girtin û binçavkirinê re dixwazin pêşî li karê HDP'ê yê hilbijartinê bigirin.
 
'Bi hincetên pûç binçav kirin'
 
Ayşe got got ku çend roj berê, endama wan ya Meclîsa Partiyê Gulay Bîlîcî, endama Desteya Rêveberiya Navendî Mahfûz Guler û Parlamentera Qersê ya serdema 24'an Mulkiye Bîrtane, Hevserokê Navçeya Battalgazî, Hevserokê berê yê bajêr Ozcan Agdaş, Ahmet Tûran Sertkaya û Azîz Dogan, Hevseroka navçeyê ya DBP'ê Nermîn Tûncel, Seroka Şaxê ÎHD'ê Gonul Ozturkoglû bi sûcdariyên bêbingeh hatin girtine.
 
'Dawî li binpêkirina mafan bînin'
 
Ayşe di berdewamiyê de anî ziman ku bi operasyonên ji sala 2015'an hata niha li dijî partiya wan hatine kirin ji 10 hezaran zêdetir rêveber, endam û piştirên partiya wan hatine binçavkirin, ji avan herî kêm 5 hezar ji wan hatine girtin û wiha berdewam kir: "Pariya me ya ku bi van êrîşên awarte re rûbirû ma tu carî ji pirensîbên xwe tawîz neda û têkoşîna xwe berdewam kir. Li cihê her rêveber û endamek me, hevalên me têkoşîn ji cihê mayî berdewam kirin û xebatên me ji bo xwedîderketina li îradeya gel berdewam kirin."
 
Ayşe herî dawî got ku bi girtin, binçavkirin û bi zextên kuştinê partiyeke ku hêza xwe ji gel digire nayê qedandin û wê AKP - MHP jî vê rastiya dîrokî bi demê re hîn bibin.