Rojeva sereke ya hilbijartinên herêmî tifaqa jinê ye

  • 09:02 1 Kanûn 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê Îlknur Bîrol got wê HDP di hilbijartinên herêmî de bi tifaqa jinê tevbigere û ji bo nûneriya wekhev tu car tavîzê wê nedin û wiha pê deçû: “Li dijî dijminahiya li hember jinê nexşerêya me ya tifaqê heye. Em ê bi siyastek ku jinan xurt dike biçin vê hilbijartinê.”
 
Endama Lijneya Rêveveber ya MYK'a HDP’ê Îlknur Bîrol di derbarê  hilbijartinên herêmî de girîngiya tifaqa jinê nirxandin kir. Îlknurê diyar kir ku wek meclîsên jinan yên HDP’ê ji bo avakirina demokrasiya herêmî, ji bo tifaq li bajarên rojava bên kirin  û şaredariyên bi qeyûman hatine xepskirin bên girtin, xebatan dimeşînin.
 
‘Em ê çareseriyên ku jinan xurt dikin bikin jiyanê’
 
Îlknurê wiha got: “Me gelek tişt li tecrubeyên xwe yên berê zêde kirine. Di heman demê de plansaziyên kêm mabûn em ê ji nû ve bikin jiyanê. Em bi xebatên ku jinan xurt dike, dijminahiya li hember jinan beralî dike diçin hilbijartinan. Em ê ji hilbijartina keya û şaredariyan demokrasiya herêmî biafirînin. Em Meclîsa Jinan ji bo namzetên jin bên xurtkirin bi bernameyên taybet dixebitin. Em ê tu car ji nûneriya wekhev tavîzê nedin.”
 
'Tifaqa jinan ji tifaqên din yên siyasî cudatir e’
 
Îlknurê di berdewamiyê de balkişand ser tifaqa jinan û got di pêvajoyê de rolek girîng dilîze, li dijî êrîşên li hemberî jinan ew tifaqa jinê diparêzin. Îlknurê her wiha bi lêv kir ku tifaqa jinan ji tifaqên siyasî yên din cudatire. Îlknurê wiha dawî lê anî: “Ji bo hilweşandina zîhniyeta mêr ya li her derê ye, tifaqa jinê gelek girînge. Em ê di hilbijartinên herêmî de jî bi vê tifaqê bibin civakî.”