Ji Komisyona Hilbijartinê ya Jinê banga berendamtiyê

  • 16:16 28 Mijdar 2018
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Komisyona Hilbijartinê ya Jinê ya HDP'ê ya Colemêrgê ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê ji bo serîlêdana berendamtiyê bang li jinan kir. 
 
Komisyona Hilbijartinê ya Jinê ya HDP'ê ya Colemêrgê ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê ji bo serîlêdana berendamtiyê bang li jinan kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê Zeynep Kaya axivî û got:"Jinên ku dixwazin ji bo hilbijartinên herêmî siyasetê bikin dikarin heta 5'ê Kanûnê serî lê bidin. Ji bo li xwedîderketina nasname, têkoşîn û azadiyê em bang li hemû jinên Colemêrgê dikin ku werin serî lê bidin."