Lêpirsîna Tahir Elçî di çi astê de ye?

  • 15:41 28 Mijdar 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsên wê bibersivîne. Aydenîz, pirsên; "Lêpirsîna cînayeta Elçî di kijan astê de ye?' û "Çima kujerên Elçî nayên ronîkirin?" pirsî. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salihe Aydenîz, bi minasebeta 3'yemîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi daxwaza bersivandinê pirsname da meclîsê. Aydenîz, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul xwest ku pirsên wê yên der barê kuştina Elçî de bibersivîne. Aydenîz, anî ziman ku Serokê Baroya Amedê yê Berê Prz. Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015’an de li Sûra Amedê ku serdema qedexeyên kolanan hebû, li dijî talankirina dîrokê û mîrateya çandî bi armanca balê bikişîne ser aştiya civakî daxuyani dida li pêş kamerayan hat kuştin. Aydenîz, da zanîn ku li ber Mînareya Çar Ling li ber kamera hat kuştin û di ser de 3 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine darizandin. Di lêpirsînê de dewletê lêpirsînek çalak nedaye destpêkirin." 
 
Li gorî vê yekê; 
 
* Lêpirsîna Tahir Elçî di kijan astê de ye? 
 
* Li gel cînayet li per çavê ew qas mirov û kamerayan pêk hat çima kujer hêj nehatiye aşkerekirin? 
 
* Çima qeydên kamera yên kêliya kesê Elçî kuştiye winda bûye? Lêpirsina der barê vê yekê heye? Ger ku hebe di çi astê de ye? 
 
* Li gel di milê teknîkî de Elçî ji kijan alî ve hatiye kuştin, hêsan e, têkildarî vê yekê lêkolîn heye? Di çi astê de ye? 
 
* Piştî bûyerê hat îdîakirin ku cihê bkûyerê hatiye paqijkirin û delîl hatine tunekirin. Ji bo vê yekê lêpirsîn heye ya na? Di çi astê de ye? 
 
* Ji bo rokîkirina cînayeta Tahir Elçi we wezaretê heta niha çi kiriye?
 
* Ji bo cînayeta Tahir Elçî jî weki cînayetên din di tariyê de nemîne wekî wezaret we çi kiriye û çi dikin? Tedbîrên we çine? "