'Em ê îradeya xwe radestî qeyûm nekin'

  • 09:04 27 Mijdar 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demîr diyar kir ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinên herêmî kirine û wê di 31’ê Adarê de gelê Nisêbînê şaredariya xwe dîsa bigire. Samiyeyê wiha got: “Em ê bi gel re şaredariya xwe ji wan bigirin. Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin.”
 
HDP ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an li Nisêbînê dest bi amadekariyan kir. Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demîr derbarê amadekariyan de nirxandin kir û bi lêv kir ku wê bê navber bixebitin û bi gel re ji nû ve şaredariyê bigirin.
 
‘Gel ne razî ye’
 
Samiyeyê destnîşan kir ku hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di Îlona 2016’an de hatiye girtin, hîna jî girtiye û ev tişt bi lêv kir: “Qeyûmê 3 sale hatiye tu xizmet ji gel re nekiriye. Bi hatina qeyûman re hemû riyên me xera bûn. Hemû kevirê peyariyan hatin rakirin. Taxa me nehatiye asfalkirin. Hemû tax di nav axê de ne. Em diçin ser dana gelê Nisêbînê, ji qeyûman ne razîne. Niha li şaredariyan nelêrêtiyek mezin tê jiyîn. Hîna jî didomin. Tenê daxwazek gel heye. Dixwazin demildest şaredariyê ji nû ve bigirin. Ji roja qeyûm hatine, gel naxwaze biçe şaredariyan. Gel ev 3 sal e bi rehetî nikare biçe şaredariyan serlêdanê bike.”
 
‘Wê gel şaredariyê dîsa bigire’
 
Samiyeyê anî ziman ku starta hilbijartinan ji niha de dane û wiha dawî lê anî: “Li Nisêbînê 6 tax hatin hilweşandin. Bi hezaran xanî hatin hilweşandin. 3 sal di ser de derbas bû lê hîna hemû rê di nav axê de ne. Tevî hemû daxwazên me xebatek nayê meşandin. Em bawer in ku wê şaredariyan dîsa bigirin. Em ê heta 31’ê Adarê bêyî navber bixebitin.”