Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan: Hinek ne rehet bûn

  • 09:03 26 Mijdar 2018
  • Ramyarî
WAN - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Wanê ku piştî qeyûm tayîn bû hat girtin, Sevgî Ozdînç bi lêv kir ku bi xebatên du salan meşandin modelek ava kirine û wiha pê de çû: “Van xebatan hinek ne rehet kirin. Cîhanek mêran a afirandibûn hebû. Lê me ev xera kir. Ji ber qeyûman xwest vê tune bike.”
 
Seroka Daîreya Politîkayên Jinan a Wanê Sevgî Ozdînç, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re xebatên wan hatine rawestandin û pêvajo wiha nirxand. Sevgî bi lêv kir ku wan ewil Navenda Jiyana Jinê ava kiriye û ev tişt anî ziman: "Piştre me Stargeha Jinan vekir. Îstasyona Pêngava Yekem, Navendên Şêwirmendiyê, Xeta Alo Şîdet û gelek saziyên din me vekir. Lê ewil me Navenda Jiyana Jinê vekir. Wek koplesek mezin bû. Atloyeyên cuda li wir hatin vekirin. Perwerde dihatin dayîn."
 
‘Me berhem dişandin derveyî welat’
 
Sevgiyê bi lêv kir ku 3 midûriyetên bi navê perwerde, aborî û şîdetê ya Serokatiya Daîreya Jinan hebûye û ev tişt anî ziman: "Atolyeyên di Navenda Jiyana Jinê de, di bin bana Midûriyeta Aboriyê de bûn. Me atolyeya tekstîl, bêrik, wêne, hunera destan û zîv ava kir. Xebatên muzîkê dihatin meşandin. Li wê herêmê potansiyelek mezin a jinan hebû. Gelek jin dihatin atolyeyan. Mamosteyên bi tecrube hebûn. Mamoste di bin bana şaredariyê de dixebitîn. Piştî qeyûm 53 jin bêyî hincet ji kar hatin derxistin. Atolyeyên me hilberînek mezin dikirin. Me berhem dişandin derveyî welat jî."
 
Sevgiyê balkişand ser xebatên dimeşandin û anî ziman ku di yekîneya şîdetê de stargeh vekirine û daxuyakirin ku ev stargeh bûye modelek û li Tirkiyeyê jî li Kurdistanê jî modelek wek vê tune bûye. Sevgiyê destnîşan kir ku stargeh cihekî ku xwe dispart hilberînê bû.
 
Sevgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa qeyûm hatin stargeh hat girtin. Piştre jî Xeta Alo Şîdet girtin. Me li Erdîşê Navenda Piştevaniya Jinan vekir. Me li wir ji bo zarokan qad ava kir. Lê qeyûm hat û ew jî girt. Me Îstasyona Pêngava Yekem ava kir, ev jî hat girtin. Me di xebatên xwe de xwe gîhand gelek jinan. Me cîhana mêr a wan afirandibû xera kir. Ji ber vê yekê bû ku qeyûman xwest hemû destkeftiyên me tune bikin.”