Serpîl Kemalbay: Jin wê cihê xwe ji pergala mîlîter re nehêle

  • 09:09 25 Mijdar 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bi lêv kir ku bi hevserokatî û hevbedevkiyê hebûna jinan di siyasetê de xurt bûye, lê pergala bûye navendî li dijî vê tê wateya êrîşê û wiha got: “Em dizanin ku li dijî rolên jinan a di siyasetê de êrîş heye. Em bi biryar in cihê xwe ji pergala mîlîter nehêlin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay cihê jinê ya di siyasetê de nirxand û got HDP ji bo jin wek aktorê siyasî xurt bibin piştgiriyek mezin daye û divê hilbijartinên herêmî tenê wek hilbijartin neyên nirxandin û divê jin li herêman zêdetir xwe xurt bikin.
 
Serpîlê daxuyakirin ku pergala hevserokatî û hevberdevkiyê berhema têkoşîna jinan a ji salên 90’î hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem têkoşîna jinê hem têkoşîna sosyalîst û hem jî têkoşîna azadiya Kurd ji hev bi bandor bûne. Divê têkoşînên ekolojîk, nasname û zayendê bi hev re bê destgirtin. Ligel nasnameya jinê, nasnameya etnîk û nasnameya çînî jî dikare di têkoşînên femînîst de bên nîqaşkirin.”
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP û HDK di alî nûneriya jinê de mînakek gelek girîng e û bandor li ser partiyên din jî kiriye. Serpîlê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala yekparêz, mîlîtarîst û zayendperest bi hilbijartinan dixwaze xwe rewa bike. Hilbijartinên herêmî tenê ne hilbijartin in. Divê em jin ji bo şûndexistina faşîzmê bibin bersiv. Em dizanin ku li dijî rolên jinan a di siyasetê de êrîş heye. Em bi biryar in cihê xwe ji pergala mîlîter nehêlin.”