Rêxistina HDP'ê ya Wanê starta hilbijartinê da

  • 14:57 21 Mijdar 2018
  • Ramyarî
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê starta xebtên Hilbijartinên Herêmî da û bang li jin û ciwanan kir ku li îradeya xwe xwedî derkevin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , starata Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an da. Di daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê hat dayîn de, rêxistinên bajar ên HDP û DBP'ê û gelek welatî tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DHP'ê Umît Dede ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku wan serlêdanên bernamzediyê ji 20 Mijdarê de qebûlkirina wan li avahiyên HDP û DBP'ê dane destpêkirin û wiha hat gotin: "Di têkoşîna me ya azadiyê ya bi salan de em hilbijartinên 2019'an ji bo xwe wekî rûpelekî nû dibînin û wê têkoşîna me berdewam bike. Em bang li jin û ciwanan dikin ku ji bo bernamzediyê serlêdanê bikin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.