Pervîn Buldan: Werin em di 31'ê Adarê de welat bikin rengê jinê

  • 14:38 20 Mijdar 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna Koma Meclisa Jinan a HDP'ê de bi minasebeta 25'ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan û polîtikayê hikûmetê yên li dijî jinan. Pervîn , destnişan kir ku ji ber ji têkoşina jinan ditirsin êrîşî jinan dikin û dixwazin jinan li malê bikin koleyên xwe. Pervîn , destnîşan kir ku jinan tu carî serî netewand û her dem dê bêjin Jin Jiyan Azadî. Pervîn , bal kişand ser tecrîdê û wiha got: "Tecrîd ne tenê li dijî şexsekî ye. Di heman demê de li dijî têkoşîn û şoreşa jinê ye jî. Jin dê vê tecrîdê bişkînin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma Meclisa Jinan a HDP'ê de bi minasebeta 25'ê Mijdare Roja Têkoşina Navneteweyî ya li Dijî Tundiya dijberi Jinan bal kişand ser têkoşîna jinan û polîtikayê hikûmetê yên li dijî jinan. Pervîn , di civînê de ewil sersaxî ji malbata Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, Emîne Urun re xwest. Pervîn  piştre bal kişand ser biryara DMME ya der barê Hevserokê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş de û kêfxweşiya xwe anî ziman. Buldan anî ziman ku zêdeyî 2 sal in Selehatîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag dîl tê girtin û xwestin hemû hevalên wan ên dîl hatine girtin serbest bên berdan. Dema Pervîn  bal kişand ser biryara DMME'ê li salonê bê navber dirûşmeyên "Selo Başkan" berz kirin. Pervîn  têkildarî biryara wiha got: Biryara DMME'ê girîng e. Em jî bang li dadgehên herêmî dikin ku vê biryarê pêk bîne û bi lez Selahattin Demirtaşû hevalên me yên din ku dîl hatine girtin berdin. Selahattin Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên din, di encama têkoşîna me de teqez dê ben berdan û bigêjin azadiya xwe." 
  
Pervîn bal kişand ser 25'ê Mijdarê û wiha got: "Ez hemû hevrêyên xwe yên jin yên li dijî tundiyê li ber xwe didin ji dil û can silav dikim. Çalakiya Leyla Guvne, Çagla Demîrel, Edîbe Şahîn, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanakê û hemû hevrêyên xweyên jin ên girtî silav dikim. Besê, Leyla Kasim, Sêvê Sekine Cansiz û hemû kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane silav dikim. Jinên Rojavayî û Efrînê ku axa xwe û rûmet diparêzin silav dikim. Dayikên Şemiyê silav dikim. Arîn Mîrkan, Behice Boran, Roza Luksemburgan silav dikim. Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberî Jinê em vê hefteyê bi koma jinan re civînê pêk tînin. 
 
Yên li Parîsê li ser 3 jinên azad gule barandin, yên jinan di zindanê de dîl digirin û li ser jinan komkujiyê pêk tînin bila baş zanibin ku dê li dijî têkoşîna jinê têk biçin. Tundiya li dijî jinê tundiya li dijî jiyanêye. Bi qasî jinê dikin kole armanc dikin ku îktîdara xwe jî serdest bikin. Niha Dekanekî zanîngehê Profek jî derketiye dibêje 'Jinek li malê çêtire ji jinek wekîl. Ev hişmendiya wan nîşan dide. Li Tirkiye her rojê 5 jin tên kuştin. Jin bi rêk û pêk rastî tundiyê tên. Jin li malê tên hepiskirin. Îktîdar bi tundiyê dixwaze îktîdara xwe biparêze. Tundiya li dijî jinê li kolan, mal û zeviyan e. Di heman demê de li dibistan û meclîse ye. Li her qada jiyanêye. Gelek caran sûcê mêr ku li dijî jinê pêk tîne tê parastin û bê ceza tê hiştin. Mînak Nevîn Yildirim li kesê ku 3 salan tacîza zayendî parastina rewa kir bi giranî hat cezakirin. Tenê di cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin. Dazaza ku di tundiya li dijî jinê de erk dide mêr. Di sala borî de gardiyan, personel, karmen û karsazên mêr ên li dijî jine sûc kir bê ceza hatin hiştin. Îro Dayika Sîsê ya 80 salî tundiya zayendî ye." 
 
Pervîn , bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê jî bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha axivî: "Îro Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Îro li Tirkiye 700 zarok li gel dayikên xwe li girtîgehan dîl hatine girtin. Ev encama feraseta 'Zarok be jî jin be jî çi hewce be dê bêkirin' e. Lê em jî dibêjin zarok be jî jin be jî em tu carî serî li hemberî vê zilmê natewînin." 
  
Pervîn , bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û bandora wê û wiha pêde çû: "Bi berxewdana jinê ev welat teqez dê azadiya xwe bibîne. Piştî ku tu çû Tayib Beg, teqez ev welat dê bigêje azadiya xwe. Ev welat dê bi têkoşîna jinê bigêje azadiya xwe. Hevala me Leyla Guven ji ber li dijî vê rejîmê derketiye îro dîl hatiye girtin. Li gel ku wekîl e jî dîsa dîl hatiye girtin. Birêz Leyla Guven di 7'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tecrida li dijî Birêz Ocalan li dijî şoreşa jinê ye. Tecrîd ne tenê li dijî şexseki ye. Li dijî siyaseta demokratîk e. Li dijî hemû jnan e. Îro bi girankirina tecrîdê Gultan Kişanak û Figen Yuksekdag jî di navde bi hezaran hevrêyên me yên jin hatin girtin û dil hatine girtin. Bi hezaran hevrêyên me yên siyasetmedar dîl hatine girtin. Hefteya bori wekîlekî wan li hemberî kamerayan gefa 'Tu tê xwe bibîne' li hevala me ya wekîl xwariye. Lê ew bi vî rengî dixwazin me bitirsînin xwe dixapînin. Em qet û qet natirsin û em serî natewînin. Em dê her dem li dijî vê siyasekê li ber xwe bidin. Heta ku HDP hebe dê tu carî nikarin heviyê bişkinin. Em jin dê tecrîdê bişkînin. Piştî tecrîd hat destpêkirin hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin. 
  
Krîza aborî encam û cewherê polîtîkayên AKP'ê ya 16 salan e. Di butçeyê de mêr heye. Di butçeyê de jin tune. Butçeya hatiye parvekirin ji jinê re tune. Jin an li malê an jî li kargeriyan ji însanafa patronan re hatiye hiştin. Li gorî wan an divê dayik be, an jî divê hevjîn be û hundirê malê be. Em vê ferasetê tu car qebûl nakin. Dema jin rastî tundiyê tên, cihê jin serî lê bidin tune. Tu butçeya ji bo jinên rastî tundiyê tên nehatiqe qetandin. Ji ber ku ji jinan ditirsin naxwazin jin di nava saziyên cemaweriyê de cih bigirin. Em jin çawa ku ji desteserkirina bedena xwe re dibêjin NA. Em ji dagirkirin û desteserkirina keda jinê re jî dibêjin NA. Me jinan her dem berxwedana bi hevre bi ser xist em dê tekoşina bi hevre jî bi ser bixin. Em dîsa dibêjin heta ku jin azad nebe welat jî azad nabe. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin." 
  
Pervîn herî dawî ji bo rêveberiya hilbijartina herêmî jî bang li jinan kir û wiha bi dawî kir: "Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî re 4 meh man. Em de di van çar mehan de bi şev û roj bixebitin. Em dê bi hevre bi ruhê seferberiyê bi şev û roj bixebitin. Em îtîfaqa jinên herêmî xurt dikin. Serkeftina me ya jinan dê serkeftina hemû jinan be. Heta niha di hemû şaredariyên ku me bi dest xist me polîtikayên xwe xistin meriyetê. Ji niha û şûnde jî em dê polîtîkayên vîna jinê têxin meriyetê. Me jinan çawa li meclisê dest da hev nûnertiya wekhev bi ser xist, di rêveberiyên herêmi de jî em dê nûnertiya wekheviya jinê bi dest bixin. Em îro starta serlêdana bernamzetiyê didin destpêkirin. Ez  li vir ji bo Hevşaredarî, endamên meclisên şaredariyê û keyatiyê bang li hemû jinan dikim ku serî li bernamzetiyê bidin. Ez carek din bang li hemû jinan dikim ku serî li namzetiyê bidin.
 
Werin em di 31'ê Adarê de welat bikin rengê jinê. 
  
Ez bang li hemû jinan dikim ku li qadan dengê xwe û berxwedana xwe bilind bikin. Bila jin dengê xwe bilind bikin ku bitirsin. Em ji dewletê jî û mêrê serdest wekheviyê û azadiyê naxwazin. Em dê bi têkoşîna xwe wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Em jin dê welatê wekhev û azad û jiyana wekhev ava bikin. Em dê bibin mîmarê jiyana wekhev, azad. Em her dem dibêjin Jin Jiyan û Azadî. Her çend di girtekan de wekî "Zimanê nayê zanîn' derbas bikin jî em dê her dem bêjin Jin Jîyan Azadî."