Jin bi projeyên xwe namzetên rêveberiyê ne

  • 09:06 20 Mijdar 2018
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
MANÎSA - Yek ji namzetên keyatiyê ku Meclîsên Jinan a Manîsayê daye nîşandan Zuhal Guneş û Şadiye Uysal e. Her du namzet hedef dikin ku bi nêrîna jinan taxan biguherin. Zuhal û Şadiyeyê destnîşan kirin ku ji bo şêniyên taxê tevlî rêveberiyê bibin wê meclîsa ava bikin û got ew dixwazin dengê jinan bidin bihistin.
 
Meclîsa Jinan a Manîsayê ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de ku wê  pêk bên, xebatên xwe dimeşînin û li taxên Şehîtler, Yarhasanlar, Aynî Alî, Yenîmahalle, Hafsa Sultan, Lalelî û Uncubozkoy namzetên keyatiyê yên jin diyar kirin. Ji namzetan Zuhal Guneş û Şadiye Uysal anî ziman hedefa wan eve ku bi nêrîna jinan li taxan tiştên nû pêk bînin.
 
‘Emê taxê bi meclîsan bi rêve bibin’
 
Namzeta keyatiyê ya taxa Hafza Sultan a navçeya Yunus Emre, Zuhal Guneş, diyar kir ku ew bi têkoîna di bin banê meclîsa jinan tê dayîn de wê ji asta herî jêr dest pê bikin û li taxan xebata nûkirinê bidin meşandin. Zuhalê wiha berdewam kir: “Em hedef dikin ku li taxê koperatîfa jinan ava bikin. Armanca me ev ku em bi meclîsan taxê bi rêve bibin. Em dixwazin qanûna hejmar 6284 ji hemû jinan re vebêjin. Ji bo tax bê şînkirin emê bixebitin.”
 
Zuhalê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo li taxê qadên şîn zêde bibin wê hewl bidin û wiha dawî lê anî: “Em hedef dikin ku qadên ku jin bdikarin lê runin çêbikin, dikarin lê zarokên xwe bimijînin ava bikin. Ez derî bi derî geriyam û min anket kir. Emê di esasa vê de xizmetê bidin. Di projeyên me de qursên havînê yên zarokan, pirtûkane û sînemaya havînê heye. Em beyî newekhevî bêkirin xwe bigihînin her kesî. Keyatî ne wek şaredariyane. Em dikarin ji rengên cuda pêk bên lê em hemû yekin. Em beyî nêrîna siyasî vebêjin diçin. Emê di vê mijarê de jî têbikoşin.”
 
‘Ji bo bibin keyaya her kesî namzetim’ 
 
Namzeta taxa Şehîtler Şadiye Uysal jî got ew dixwazin dengê jinên rastî şîdetê hatine û di malê de hatine hepskirin, bidin bihistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ji bo jinan bibin çareserî. Ez di yurdê de mezin bûm. Di 18 salî de zewicîm. Min dixwest bibim hemşîre. Ji ber vasîsa min tunebû min nexwend. Ez dixwazim ji bo jin û zarokan tiştekî bikim. Ez dixwazim di meclîsên jinan de ekîbê ava bikim û bibim alîkar. Lê ez ji bo bibim keyaya her kesî bûm namzet. Bêguman wê ji bo jinan bi derfet be. Ji ber jin her tiştê xwe vedibêjin. Ji bo taxa min çi kêm be ezê bikim.”