Ferda Cemîloglu:Tevî hemû zor û zehmetiyan xebatên platfromê didomin

  • 09:06 18 Mijdar 2018
  • Ramyarî
AMED - Yek ji endamên BKKP’ê ku di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî a jinên Kurd de hat avakirin, karsaz Ferda Cemîloglu, diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan xebatan berdewam dikin û got bixwebawerbûnek ava bûye.
 
Li Amedê di 23’ê Kanûna 2017’an de civîna ‘Jinên Kurd pêvajoyê nîqaş dikin’ pêk hat û piştî vê jinan di çarçoveya xebata yekitiya netewî de Plaforma Yekitiya Jinên Kurd (BKKP) ava kirin. Platform li ser mijarên ku nekevin têkiliyên newekhev, zimanekî zayendperest bikar neyne, hat avakirin. Endama platformê Ferda Cemîloglu diyar kir ku jin tevî hemû zor û zehmetiyan nîqaşan dimeşînin.
 
‘Divê em li her derê rola aktîf bilîzin’
 
Ferdayê destnîşan kir ku hinek endamên wan di pêvajoya dawî de hatine girtin û got platformê li ser jinan bixwebawerbûn ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Platfrom bi hatina cem hev a 7-8 jinan hat avakirin.Ev pêngavek mezin bû. Gelek hevalên me hatin girtin. Me gelek pirsgirêk jiya. Lê tevî her tiştî platformê berdewam kir. Dîsa em tên cem hev û li ser geşedanên li Kurdsitanê, jiyanên hevpar, kar û siyaetê nîqaşan dimeşînin. Ligel vê em bixwebawerbûna xwe pêş dixînin û em xwe li her derê aktîf dikin.
 
Ferdayê her wiha diyar kir ku wek jin ji zayenda civakî a dîroka Kurd bigire, bi berefirehî mijara Kurdan û jinand igirin dest û anî ziman ku polîtÎkayên aştiyane yên jinan hene û di çarçoveya platformê de tên cem hev û nîqaşan dimeşînin.
Ferdayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku siyaseta herêmê ji nêz ve dişopînin û di çarçoveya nîqaşan de jî xebatan dimeşînin û got ew jin pêl bi pêl mezin dibin.