Lêdana di girtîgehê de ji Wezareta Dadê hat pirsîn

  • 11:52 16 Mijdar 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Amadê Salîha Aydenîz, di girtîgehê de lêdana li zarokekê hatibû kirin ji Wezareta Dadê Abdulhamît Gul pirsî. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Aydenîz, di Girtîgeha Sergirtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê de, lêdana li zarokekê hatibû kirin, ji Wezareta Dadê Abdulhamît Gul pirsî. Salîha ji bo vê pêşniyazpirs da Meclîsê.
 
Salîha, di pêşniyazpirsa da de wiha got: “Li gorî lêpirsîna Komîsyona Girtîgahan a ÎHD’a Amedê, di Girtîgeha Sergirtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê de, lêdan li zarokekê hatiye kirin. Ev zarok rastî êrîşa fîzîkî ya gardiyenekê hatiye. Di Girtîtgeha zarokan de, di 1’ê Mijdarê de, gardîneyekê elkol vexwarî li zarok girtî xistiye, bi qirika wî girtiye û xwestiye bifetisîne. Gardiyenê xwestiye zarok bifetisîne, di heman demê gef li zarok xwariye.”
 
Salîha, di pêşniyazpirsa da de, Wezîr Gul pirs kir ku derbarê vî gardiyenî de lêpirsîn dane dest pê kirin an na.